Netewên Yekbûyî li ser rewşa zarokan a li Efxanistanê hişyarî da

07-10-2021
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Newala Bamiyan Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Netewên Yekbûyî ji ber nebûna xwarina pêwîst bo zarokên kêmtirî 5 saliyê, hişyariyê dide. Nexweşxaneyên Kabulê jî tije zarokên nexweş bûne ku sedema nexweşiya piraniya wan, kêmxwarinî an jî xwarina ne baş e. Pizîşk dibêjin cih ji bo wergirtina nexweşxan nemaye û birçîbûn li piraniya wîlayetên Afganistanê berbelav û zêde dibe.

Li Newala Bamiyan ku yek ji ciwantirîn navçeyên Efxanistanê yên qedîm bû, bi sedan malbat li vê derê di şikeftan de dijîn, ev şikeft vedigerin sedsala 5an a zayînê ku wê demê oldarên Bûzî têde dijiyan. Piştî Talibanê Efxanistan kontrol kir, wek hemû navçeyên din ên wî welatî, derfetên kar li wir gelekî kêm bûne û xelk di rewşeke xirab de dijîn.   

Nişteciya Bamiyan Zehra dibêje: “Ji dema ku Taliban hatiye jiyana me zehmet bûye. Kar nîne, biha giran bûne. Rewşa xelkê xirab e. Bihayê pêdiviyên sereke jî zêde bûye. Pere li ba xelkê nînin xwainê bikirin. Em danekî sibehê û danekî êvarê dixwin, eger rewş baş bibe, bi kêmanî em dê roane bikaribin 3 dan xwarin bixwin. Zarokên me her tim pirsa xwarinê ji me dikin.”

Niha rêxistinên mirovî li vê derê nemane û karê xwe ragirtine, li gor amarên wan rêxistinan, pêdiviya 18 milyon kes ji xelkê Efxanistanê bi alîkariyên bilez heye, ji wan zêdeyî 630 hezar kesan ji malên xwe derbiderî navçeyên din bûne.

Nişteciyê Bamiyan Mehram jî got: “Malbata min ji 9 kesan pêk tê, yek ji wan kêm endam e, zarokên min her roj petata kom dikin, dema ew 7-10 kîloyan kom dikin, 100-150 efxaniyan bi dest dixin, ji dema Îmareta Îslamî hatiye damezirandin, kar nemaye.”

Berî niha du peykerên Bûzî yên mezin bi dirêjahiya 35 û 50 metreyan li pêşiya van şikeftan hebûn, lê di sala 2001an de, bi destê çekdarên Talîbanê hatin teqandin. Ev malbatên li vir dijîn, Şî’eyên Hazara ne, lewra di serdema hikûmeta berê de jî hatibûn paşguhxistin.

15ê Tabaxa borî Talibanê dest danî ser Kabula paytext û desthilat xist destê xwe, 30ê Tebaxê Amerîkayê leşkerê xwe yê dawî ji wir vekişand û ew welat ber bi çarenivîseke nediyar bicih hişt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst