Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Almanya şebekeyek girt ku pere spî dikirin û ji terorîstên Sûriyê re dişandin. Li gor zanyariyan wê şebekeyê, nêzîkî 140 milyon Euro ji Cebhet El Nusre û “grûpên terorîst ên Sûriyê” re şandine.
Rêveberiya Polîsê Dusseldorfê di daxuyaniyekê de ragihand ku nêzîkî hezar polîs û hêzên taybet îro serê sibê li gelek bajar û eyaletên cuda li dijî grûpekê dest bi operasyonekê kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, endamên wê şebekeyê ji Cebhet El Nusre re kar dikirin, pere ji wan kom dikirin û dişandin Sûriyê.
Li gor Dozgeriya Giştî ya Almanya, di wan operasyonan de gelek kes hatine girtin, lê kesê ku serkêşiya şebekeyê dikir, penaberekî Sûrî yê 39 salî ye.
Li gor zanyariyan hejmara kesên ku di nava şebekeyê de kar dikin 67 kes in û heya niha nêzîkî 140 milyon Euro ji Cebhet El Nusre û “grûpên terorîst ên Sûriyê” re şandine.
Hr li gor zanyariyên hatine belavkirin, di encama operasyonê de polîsan dest danî ser telefon, kompîtûr û gelek dokumentên wê grûpê.
Medyaya Almanî jî belav kir ku wê şebekeyê bazirganiya maddeyên hişbir dikir û pere bi rêya Tirkiyê dişand Sûriyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse