3 zanayan Xelata Nobelê ya Fîzîkê wergirt

07-10-2025
RÛDAW
Nîşan Xelata Nobelê ya Fîzîkê John Clarke Michel Devoret John Martinis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanayekî Îngilîz, yekî Fransayî û yekî Amerîkayî  bûn xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an.

John Clarke, Michel Devoret û John Martinis bi saya xebatên xwe bûn xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an.

Di civîna çapemeniyê ya li Akademiya Zanistan a Qraliyeta Swêdê de serkeftiyên Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an hatin ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, John Clarke yê Îngilîz, Michel Devoret ê Fransî û John Martinis ê Amerîkayî ji ber xebatên xwe yên têkildarî "keşfa tunelkirina mekanîkî ya quantûma makroskopîk û quantîzasyona enerjiyê di dewreya ceyranê de" hêjayî Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an hatin dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst