Wezareta Penaberan a Herêma Nordrhein-Westfalenê: Me xwestiye ku Êzidî neyên dersînorkirin

07-10-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Komkujiya Êzidiyan Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Penaberî û Xweguncandinê ya Herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê da zanîn ku di meha Îlonê de 7 Kurdên Êzidî jî tevî 50 kesên din ji bo Îraqê hatine dersînorkirin.

Wezareta Penaberî û Xweguncandinê ya Herêma Nordrhein-Westfalenê li ser pirsgirêka dersînorkên penaberênb Kurdên Êzidî yên li Almanyayê ji Rûdawê re axivî.

Wezaretê ragihand ku rewşa mafên mirovan a Kurdên Êzidî yên li Îraqê "gelekî dijwar e" û ji ber vê yekê wan ji Hikûmeta Federal a Almanyayê xwestiye ku dersînorkirina Kurdên Êzidî rawestîne.

Berdevkekî Wezareta Zarok, Ciwan, Malbat, Wekhevî, Penaberî û Xweguncandinê ya Herêma Nordrhein-Westfalenê li ser rewşa penaberên Kurdên Êzidî yên li Almanyayê bersiv da pirsên edîtora Rûdawê Kehî Mehmûdê.

Medyaya Almanyayê 30yê Îlona 2025an ragihandibû ku balafireke dersînorkirinê ji Dusseldorfê ber bi Bexdayê ve 50 kes vegerandine.

Li gorî wezaretê, ji wan 50 kesan, 46 kes ji Herêma Nordrhein-Westfalenê bûn ku di nav wan de 26 kes wekî "tawanbar" hatibûn tomarkirin.

Wezaretê tekez kir ku her kesê hatiye vegerandin, yan mafê rûniştinê wernegirtiye yan jî biryara derketina ji Almanyayê jê re derketibû.

Li gorî Wezareta Herêma Nordrhein-Westfalenê ew di pêvajoya vegerandina kesên "metirsîdar û tawanbar" de bi israr in lê di heman demê de bi taybetî li ser rewşa Kurdên Êzidî disekinin.

“Me bal kişandiye ser rewşa Êzidiyan”

Wezareta Herêma Nordrhein-Westfalenê her wiha got,“Me gelek caran bal kişandiye ser rewşa gelekî dijwar a mafên mirovan a Êzidiyan û me ji Hikûmeta Federal xwestiye ku dersînorkirina wan rawestîne an jî derfeteke rûniştinê ji bo vê komê peyda bike, ji ber ku wan bi taybetî ji ber tundûtûjiya DAIŞê ziyan dîtine.”

Wezaretê da zanîn ku wan berê jî ji bo parastina Kurdên Êzidî gav avêtiye û ji dawiya sala 2023yan heta Hezîrana 2024an biryara rawestandina dersînorkirina jin û keçên Êzidî dabû.

Banga li Wezîra Karên Navxwe

Wezaretê destnîşan kir ku derfetên wan ên yasayî ji bo dirêjkirina vê biryarê "bi dawî bûne."

Wezareta Herêma Nordrhein-Westfalenê bangî Wezîra Karên Navxwe ya Federa  Nancy Faeserê kir ku "bi lez tevbigere û ji bo Kurdên Êzidî ewlehiyeke yasayî peyda bike."

Wezaretê bi bîr xist ku Parlamentoya Federal a Almanyayê di destpêka sala 2023yan de komkujiya DAIŞê ya li dijî Êzidiyan wekî "jenosîd" nas kiriye û got ku ji ber vê naskirinê "berpirsiyariyeke mirovî" dikeve ser milê Almanyayê.

Li gorî yasayên Almanyayê, li gorî madeyên 50 û 58an ên Yasaya Rûniştinê, her kesê ku mafê wî yê rûniştinê li Almanyayê tunebe yan jî bi dawî bûbe, divê ji welat derkeve û eger bi dilê xwe dernekeve, tê dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst