Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Uttarakhandê ya Hindistanê di encama ketina helîkopterê de 5 kes mirin.
Li gorî nûçeya India Todayê, li nêzîkî Avgermên Gangananiyê yên herêma Uttarkashiyê helîkoptereke taybet, bi saeta herêmî nêzîkî saet 09:00an ketiye.
Di bûyerê de 5 kes mirine û 2 kes birîndar bûne ku birînên yekî ji wan xedar in.
Serokwezîrê Eyaleta Uttarakhandê Pushkar Singh Dhami di daxuyaniya xwe de ragihand ku wî ferman daye da li ser sedema ketina helîkopterê lêkolîn were kirin.
Hat diyarkirin ku bûyer dema helîkoptera 7 kursiyî ya taybet ber bi Gangotriyê ve diçû qewimiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse