Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke Wezareta Karên Derve ya Holendayê rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê "nazik", "nestabîl" û "her dem diguhere" dimîne.
Hikûmeta Holendayê meha Gulanê ragihand ku êdî ew cure raporên ku têda nirxandinên rewşa siyasî û ewlehiyê li welatên biyanî têne kirin û ji bo alîkariya biryardayînê li ser daxwazên penaberiyê têne bikaranîn belav nake.
Vê jî ji aliyê parêzer û komên çalakvanan ve rexneyên tund li xwe girt.
Ev gav piştî dozekê hat ku pêwendî bi penaberekî Sûriyeyî re hebû ku daxwaza wî ya destpêkê hatibû redkirin û wî îtiraza biryarê kiribû.
Holendayê ji meha Kanûna Pêşîn a 2024an ve pêvajoya daxwazên penaberên Sûriyeyî rawestandiye, di demekê de ku ne diyar e bandora rûxîna rejîma Beşar Esed dê çi be û gelo vegerîna xelkê ewle ye an na.
Li gorî medyaya Holendayê, rapora herî nû ku meha Gulanê hatiye nivîsîn, behsa rewşeke gelekî nestabîl li Sûriyeya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed dike.
Rapor ronahiyê dixe ser aloziyên mezhebî, êrişên nû yên DAIŞê, şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera komên nêzîkî Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û êrişên asmanî yên Îsraîlê.
Rapora Wezareta Karên Derve ya Holendayê da zanîn:
“Bi giştî, welat bi awayekî bihêz hatiye leşkerîkirin, bi hebûna gelek komên çekdar û hejmareke mezin a çekan a li bazarê.
Aloziyên mezhebî gelek caran bûne sedema tundûtûjiya metirsîdar û berfireh.”
Medyaya Holendayê da zanîn, rapor nirxandina dawî pêşkêş nake li ser gelo Sûriye an jî kîjan herêmên wê ewle ne lê encama wê ev e ku heta meha Nîsanê "nazik", "nestabîl" û "her dem diguhere" dimîne.
Tevî vê rewşê li gorî Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), zêdetirî nîv milyon Sûriyeyî piştî rûxîna rejîma Beşar Esed vegeriyane ku piraniya wan ji Libnan û Tirkiyeya cîran bûn.
Nêzîkî 250 Sûriyeyî bi piştgiriya hikûmetê ji Holendayê vegeriyane lê dibe ku hinek kesên din bi xwe vegeriyabin.
Holenda niha nêzîkî 165 hezar penaberên Sûriyeyî dihewîne.
Rapor hişyariyê dide, yên ku vedigerin dê rastî rewşeke xerab bên.
Rapora Holendayê her wiha da zanîn:
“Yek ji astengên mezin ên li pêşiya vegera Sûriyeyiyên li derveyî welat, zererdan an jî wêrankirina berfireh a xanî û bingeha sivîl e.
Gelek dibînin ku xaniyên wan ên berê wêran bûne, ji bo jiyanê nabin an jî hatine dagirkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse