Îtalya bi 250 hezar euroyan deriyê xwe li ber sermayedaran vedike

08-06-2025
Hêmin Ebdullah
Îtalya / Wêne: Arşîv
Îtalya / Wêne: Arşîv
Nîşan Îtalya Koçber Îqame
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Îtalya piştgiriya hilberînê dike ku biçin welatê wan û hin welatên din ên Ewropî jî tedbîran tundtir dikin.

Yek ji wan rêyên ku welatên Ewropî piştgiriya wê dikin ji bo hatina koçberan ew e ku sermayeyekê bibin û li yek ji wan welatan milkekî yan jî karûbarekî pê bikire û îqameya wî welatî ji bo xwe û malbata xwe jî bi dest bixe.

Hin welatan di van demên dawî de ew sîstem rakirine û dibêjin ku gelekî xirab sûd jê hatiye wergirtin.

Wekî nimûne Spanya û Portugal an jî Maltayê gelekî tund kiriye yan jî nehiştiye.

Lê Îtalya ku bi wê yekê navdar e ku di siya hikûmeteke rastgir a dijî koçberan de roj bi roj siyaseta xwe ya koçberiyê tundtir dike, piştgiriya hilberîneran dike ku biçin wî welatî.

Wekî nimûne ji vê havînê ve ew kesê ku 250 hezar Euroyên wî hebe û milkekî yan jî karûbarekî li Îtalyayê bikire dikare bibe xwediyê îqameya wî welatî.

Bi taybetî jî ew kesên ku di warê teknolojiyê û hişê çêkirî de jêhatî ne yan jî hilberînê dikin zûtir îqameyê werdigirin.

Hikûmeta Îtalyayê dibêje ku ew cureyê îqamyê heta dawiya sala 2026an tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst