Hewlêr (Rûdaw) -Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê diyar kir ku Rûsya li Tirkiya û Bakurê Kurdistanê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan piştgiriyê dide çareseriya siyasî.
Maria Zakharovayê bersiv da pirsên Rûdawê û helwesta hikûmeta welatê xwe ya li ser sê pirsên girîng ên herêmê eşkere kirin.
Zakharovayê derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand ku Rûsya piştgiriyê dide çareseriya siyasî.
Maria Zakharovayê her wiha amaje pê kir ku tevî sektora taybet di warê gaz û petrolê de bi Sûriyeyê re gotûbêjên wan berdewam dikin û ji bo hilbijartinên paşerojê yên Îraqê jî hêviya serkeftinê xwest.
Ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê piştgirî
Edîtorê Deska Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa, bi rêya e-maîlê, helwesta Moskowê ya li ser vekişîna gerîlayên PKKyê û bandora wê ya li ser pêvajoya çareseriyê ji Maria Zakharovayê pirsî.
Maria Zakharovayê got,"Rûsya piştgiriyê dide çareseriya siyasî ya pirsgirêk û aloziyên heyî û hewlên hemû aliyan yên di vî warî de pêşwaziyê dike.
Em di wê baweriyê de ne ku her welatê ku li seranserê vê herêma pir etnîk û pir bawerî ye pêdiviya wê bi çespandina aştî û aramiyê heye."
Pêwendiyên aborî yên bi Sûriyeyê re "çalaktir bûne"
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku pêwendiyên wan ên bi Sûriyeyê di hemû astan de "çalaktir bûne."
Maria Zakharovayê amaje bi civîna 15ê Çiriya Paşîn a a di navbera serokên Rûsya û Sûriyeyê ya li Moskowê kir.
Maria Zakharovayê got, her du aliyan pabendbûna xwe ya ji bo "ji nû ve destpêkirina temam a pêwendiyên dualî" dubare kiriye.
Maria Zakharovayê her wiha got, "Diyaloga di navbera Rûsya û Sûriyeyê de berdewam dike.
Di rojeva vê diyalogê de gelek babetên hevkariya dualî hene, sektora gaz û petrolê jî yek ji wan e.
Derbarê hûrgiliyên diyarkirî, bi taybetî aliyên darayî, ew di rêya saziyên pêwendîdar ên her du aliyan ve tên gotûbêjkirin."
Ji bo hilbijartinên Îraqê hêviya serkeftinê
Maria Zakharovayê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ku biryar e 11ê Çiriya Pêşîn bên kirin, wekî "qonaxeke girîng" a di jiyana siyasî ya Îraqê de bi nav kir û hêviya serkeftinê xwest.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, "Bêguman Îraqî bi xwe vê hilbijartinê bi vî rengî dinirxînin.
Em jî hêvîdar in ku dostên me yên Îraqî bi serkeftî vê hilbijartinê bi rêve bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse