Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemedê ragihand ku pergala navendî li Sûriyeyê bi ser nakeve û dê bibe sedema şerê navxweyî.
Sînem Mihemed bû mêvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û behsa pêşhatên dawî yên Sûriyeyê û helwesta Amerîkayê kir.
Sînemê eşkere kir ku endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriyê didin statuya otonomî yan federaliyê.
Wê diyar kir, armanca Kurdan ew e ku Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan re bi hevparî ava bikin û hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih bînin.
"Pergala navendî tê wateya şer"
Sînemê hişyarî da ku israra li ser pergala navendî dê welêt ber bi karesatê ve bibe û got:
"Li Sûriyeyê ev pergala heyî nameşe, ebeden bi ser nakeve. Dê şerekî navxweyî derkeve.
Pergala nenavendî esas e û tenê ew dikare aramî û çareseriyê ji bo welêt bîne."
"Amerîka ne li dijî otonomiyê ye, dibêjin mafê HSDyê heye"
Sînem Mihemedê derbarê hevdîtinên xwe yên li Washingtonê zanîn ku gelek hevdîtinên wê bi endamên Kongreya Amerîkayê re çêbûne û wan piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û gelê Kurd nîşan daye û got:
"Endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriyê didin HSD û gelê Kurd. Ew dibêjin HSDyê şerekî mezin li dijî terorê kiriye, lewma mafê wê ye ku bibe xwedî statuyeke otonomî yan jî nenavendî.
Piraniya wan piştgiriyê didin pergala nenavendî û heta hinek ji wan dibêjin ku pergala 'federalî' ji bo Sûriyeyê çareseriya herî baş e. Amerîka ne li dijî otonomiyê ye."
Rexne li hikûmeta “yekreng”
Sînemê bal kişand ser rewşa dawî ya li Sûriyeyê û rexne li kiryarên li hemberî pêkhateyan girtin û biland:
"Tiştên ku sala borî qewimîn, ne li gorî hêviyên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê bûn.
Mixabin hikûmeteke 'yekreng' derket holê û êrişî Elewî, Durzî û Xirîstiyanan hat kirin.
Em wekî MSD, HSD û Rêveberiya Xweser amade ne ku bi hikûmeta veguhêz re alîkar bin da ku Sûriyeyê ber bi aramî û aştiyê ve bibin."
Giringiya Peymana 10ê Adarê
Wê derbarê Rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê destnîşan kir ku ev peyman hîn li dar e û ji bo rêgirtina li ber şerê navxweyî xwedî giringiyeke jiyanî ye.
Wê daxuyand ku hîn ji bo diyaloga niştimanî derfet heye lê divê pêşî êrişên li ser pêkhateyên wekî Xirîstiyan, Durzî û Elewiyan bên rawestandin û hikûmeta Şamê siyaseta xwe biguhere.
#VÎDEO - Sînem Mihemed: Amerîka ne li dijî otonomiyê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 8, 2025
💬 Gelek endamên Kongreyê piştgiriyê didin HSD û gelê Kurd
💬 Hemû endamên Kongreyê dibêjin ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî girîng e û ev sîstem dê aramiyê bîne
💬 Sîstema nenavendî esas e
💬 Li Sûriyeyê ev sîstema… pic.twitter.com/p4Fxvw1nCW
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse