Li Fasê erd hejiya: Bi sedan mirî hene

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Fas Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fasê (Mexrib) bi hêza 6,8 pileyan erdhej çêbû. Li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 632 kesan canê xwe ji dest da.

Enstîtuya Jeofîzîkê ya Neteweyî ya Fasê ragihand ku li wî welatî erdhejeke bi hêza 7 pileyan çêbûye.

Enstîtuyê da zanîn ku navenda erdehjê herêma El-Huzê ye û 8 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Li gorî zanyariyan erdhej li gorî saeta herêmî saet derdora 23:10 xulekan de pêk hatiye.

Wezareta Karên Navxwe ya Fasê bi daxuyaniyeke nivîskî amarên nû belav kir.

Li gorî daxuyaniyê 632 kesan canê xwe ji dest daye û 329 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Navxwe ya Fasê pêştir ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê 296 kesan canê xwe ji dest daye û 153 kes jî birîndar bûne.

Di nav bajarên ku mirin lê çêbûne Marakeş, Azîlal, Agadîr, Varzarat û Chichaoua hene.

Saziyên herêmî, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sivîlan ji bo tespîtkirina ziyanên erdhejê û alîkariya pêwîst bigihînin kesên hewcedar bi hemû derfetên xwe hatine seferberkirin.

Televîzyona Kanal 1ê ya Fasê ragihand ku ji ber erdhejê li gelek bajaran xisar çêbûye.

Li gorî çavkaniyên herêmê li bajarê Marakeşê gelek avahî hilweşiyane.

Çapemeniya Fasê hêza erhejê wekî 6,8 pileyan ragihand.

Herwiha Navenda Sîsmolojîk a Almanyayê jî ragihand ku mezinahiya erdhejê 7 pile ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst