FBI: Ti belgeyek nîne grûpa ‘Antifa” beşdarî êrîşa ser Kongresê bûbe

10-01-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Antifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Lêkolîna Federalî ya Amerîkayê (FBI) piştrsat dike ku ti belgeyek nîne ew grûpa Donald Trump wê wek “terorîst” binav dike, beşdarî êrîşa ser Kongresa Amerîkayê bûbin.

Alîkarê Rêveberê Ajansê Steven D’Antuono bo medyayê ragihand ku ti amajeyek nîne destê wê grûpê di êrîşê de hebe. Ev nûçe di demekê de ye ku çalakvanên baskê rast û dilsozên Donald Trump ew gotegot belav kirine ku qaşo hinek ji wayên beşdarî êrîşê bûne ser bi wê grûpê ne ku Trump ew wek “terorîst” binav kirine, ev jî tenê bo wêya nave Trump xirab bikin.

Saziyên emnî yên Amerîkayê bi bikaranîna teknolojyaya pêşketî, rûyê wan hemû xwepêşanderan naskirine ku beşdarî êrîşa ser Kongresê bûne, yek ji wan jî ne ew çalakvan in ku ser bi Antifa ne. Antifa, grûpeke baskê çep a dijî faşîstan e, kesên ser bi Antifa gelek caran xwepêşandanan dikin û xwepêşandanên baskê rast jî dikin armanc. Trump û berpirsên Amerîkî hewl dane wê grûpê wek terorîst bidin nasandin, lê hewldanên wan biser neketine.

Roja 6ê Çileya 2021ê di demekê de Kongresa Amerîkayê bi pesendkirina Joe Biden wek serokê nû yê Amerîkayê ve mijûl bû, alîgirên Trump li ber Kongresê dest bi xwepêşandanê kirin û piştre çûn nav avahiya Kongresê. Vê jî gelek karvedan ligel xwe anîn.

FBI li ser wê yekê lêkolînê dike ka gelo beşek ji wan kesên bi çekên cuda ber bi Konresê çûne armanca wan ew bû kongresmanan bikujin an na. Demokrat Serokê Amerîkayê Donald Trump bi handana xwepêşanderan tohmetbar dikin, Twitterê jî hesabê Trump girt. Piştî blokkirina hesabê Trump, nêzîka 300 hezar follower bo Joe Biden zêde bûne. Demokrat dibêjin, li beramber êrîşa alîgirên Trump bo ser Kongresê divê di demeke kurt de lêpirsîn ligel were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst