Almanya: Ti paşerojeke rejîma Îranê tune ye

10-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê daxwaz li Îranê kir ku darvekirina xwepêşanderan rawestîne û weke nerazîbûn li beramber îdamkirina xwêpêşanderan Balyozê Îranê bo Wezareta Derve ya Almanyayê hat vexwendin.

Îranê roja Şemiyê du kesên din ji xwepêşanderan bidarve kir û duh Duşemê jî cezayê darvekirinê li 3 xwepêşanderên din birî.

Li dijî sepandina cezayê darvekirinê li ser xwepêşanderên girtî, Almanyayê bertek nîşan da û Balyozê Îranê yê li Almanyayê bo Wezareta Derve ya wî welatî hat bangkirin.

Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku Balyozê Îranê yê li Berlînê hatiye gazîkirin û daxwaz ji wan hatiye kirin ku sepandina cezayê darvekirinê û cîbicîkirina wê bê rawestandin.

Wezareta Derve ya Almanyayê herwiha diyar kiriye, ew dê bi hevkarên xwe yên navdewletî re zextên zêdetir li Îranê bikin.

Li aliyekê din, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî roja Duşemê di konferanseke rojnamevanî de li dijî sepandina cezayê darvekirinê bo ser xwepêşanderên Îran derket û got, ti paşerojeke Komara Îslamî ya Îranê nîne.

Annalena Baerbock got, “rejîmek ku ji bo tirsandinê ciwanên xwe dikuje, ti paşerojeke wê nîne.”

Baerbock jî diyar kir, wek nerazîbûn balyozê Îranê yê li Berlînê bo wezareta derve hatiye bangkirin û helwesta Almanyayê ya protestokirina darvekirina xwepêşanderan jê re hatiye gotin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst