Hewlêr (Rûdaw) - 7 rêxistinên diyasporaya Kurdistanî yên li Holendayê, memorandûmeke ku 3 hezar kesan îmze kiriye pêşkêşî Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoyê kir.
Daxwaza wan a sereke rawestandina wan 620 milyon euroyan e ku Yekîtiya Ewropayê (YE) wekî alîkarî dide hikûmeta Sûriyeyê.
Nûnerên rêxistinan li pêşiya Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Holendayê bi dirûşma "Ji bo komkujiya li gelê Kurd na" daxwazên xwe xwendin.
Ew dixwazin ku kuştina jin û zarokan were rawestandin û mafên Kurdan li Sûriyeyê bên parastin.
Her wiha daxwaz dikin ku li şûna hikûmetê, alîkariya mirovî ji bo xelkê Kobaniyê were şandin.
Parlamenterê Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan a Holendayê Don Ceder ji Rûdawê re ragihand:
"Gelekî girîng e ku diyasporaya Kurdan parlamentoyê han dide da ku tevbigere.
Em zextê li parlamento û wezîrê karên derve dikin da ku alîkariya mirovî pêşkêşî xelkê bikin û fînansekirina rejîma Sûriyeyê rawestînin, heta ku ew rejîm îsbat dike ku gelê Kurd parastî ye."
Berpirsên Komîteya Pêwendiyên Derve soz da ku hefteya bê ji bo gotûbêjkirina wan daxwazan civîneke taybet li parlamentoya federal a wî welatî saz bikin.
Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) Sarah Dobbeyê jî got:
"Hefteya bê li parlamentoyê gotûbêja me heye û wezîrê me diçe Ewropayê ji bo nirxandina rewşa Sûriyeyê.
Em wekî parlamenter dikarin pêşniyaran pêşkêş bikin û bipirsin bê em çawa dikarin rê li ber binpêkirina mafên mirovan bigirin."
Piştî çend hefteyên xwenîşandanan, niha diyasporaya Kurdistanî bi rêya lobî û parlamenterên Ewropayê hewl dide dengê nerazîbûnê bigihîne cih û gelê Kurd biparêze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse