Dusseldorf (Rûdaw) – Bajarê Upsalayê yê li cihanê bi zanîngeh û navendên xwe yên zanistê her demê dibû rojev êdî bûye navenda komên sûcdar.
Di van çend rojên dawî de careke din li bajarê Upsalayê bûyereke din qewimî ku ne tenê li Swêdê belkî li tevahiya Ewropayê jî deng da.
Li dikaneke berberiyê ya Upsalayê ji nişka ve kesekî xwe avêt hundir û gule li kesên di nav dikanê de reşand û 3 kes kuştin.
Yên hatime kuştin temenê wan di navbera 15 heta 20 salan de ye. Polîsê Swêdî ew nerîta xwe heye ku qet agahiyên kesên qurbaniyan belav nake û medya jî xwe ji vê diparêzin.
Polîs dibêje, ev hem ji bo parastina jiyana taybet a qurbaniyan û malbatên wan e, hem jî ji bo wê ye ku bi vê rêyê tol û heyfa zêdetir çênebe loma derbarê nasnameyên wan her 3 kesên hatiye kuştin ti agahî nedane.
Bajarê Upsalayê li Swêdê wekî "bajarê zanîngeh û zanistê" tê naskirin lê berî vê bûyerê jî bûbû cihê şerê navxweyî di navbera du serkirdeyên çeteyan ku Kurd bûn.
Yyek ji wan navê wî Îsmaîl Ebdoye û xelkê Bakurê Kurdistanê ye ku sala 2023yan hevrikên wî heta wê astê çûn ku dayika Îsmaîl Ebdo di nav mala wê de bikujin.
Xwîndariya Rewa Mecîd û Îsmaîl Ebdo
Li gorî lêkolîna Rûdawê, yek ji wan kesên ku di vê bûyera van demên dawî de di dikana berberiyê de hatiye kuştin, demekê berê ji aliyê polîs ve lêpirsîn pê re hatiye kirin.
Tê îdiakirin ku plana wî kesî hebûye ku endamên ser bi koma Îsmaîl Ebdo bikuje.
Tê texmînkirin ku ew girêdayî koma Rewa Mecîd be. Rewa Mecîd xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di navbera wî û Îsmaîl Ebdo xwîndarî heye.
Rewa Mecîd demekê berê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hat desteserkirin.
Ew kesê ku her 3 gencan di wê dikana berber de kuştiye, rasterast piştî bûyerê bi motorsîkletekê reviyaye.
Heta niha çend kes derbarê vê dozê de hatine desteserkirin, 3 kes ji wan xelkê Upsalayê ne û temenê wan di navbera 25 û 34 salan de ye, yekî din jî temenê wî 20 sal e û vê dawiyê mala xwe ji Upsalayê bar kiriye.
Piştî bûyerê jî rasterast gencekî bi eslê xwe Somalî ye û 16 salî ye jî hatibû destgîrkirin lê ji ber nebûna belgeyan hatibû berdan.
Dozgerê Giştî yê Upsalayê Andreas Nyberg ji eşkere kiriye ku lêpirsînên li wê dikana berberiyê nîşan didin ku li gel wan her 3 kesên ku hatine kuştin, kesên din jî hebûn ku gule li wan jî hatine reşandin lê ji mirinê rizgar bûne; polîs li ser vê jî mijûlî lêpirsînê ye.
Ji ber wan bûyerên ku li Upsalayê û deverên din ên Swêdê diqewimin, gelek caran dê û bavên gencên Kurd hewl didin û dixwazin ji bo parastina jiyana zarokên xwe, koçî welatekî din ê Ewropayê bikin an jî li Swêdê biçin bajarekî din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse