Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Federasyona Bosna û Herzegovinayê ji ber ku marek li salonê hat dîtin, civîn hat paşxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Parlamentoya Federasyona Bosna û Herzegovinayê de hat diyarkirin ku civîna li avahiya parlamentoyê li Sarajevoya paytext ji ber ku marek li salonê hatiye dîtin, hatiye bipaşxistin.
Hat destnîşankirin ku beriya civînê marekî biçûk li salonê hatiye dîtin û ji bo lêkolîneke berfirehtir salon hatiye valakirin.
Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, hat dîtin ku marê li salonê ji aliyê karkerekî ve tê derxistin.
Marê ku li salona Parlamentoyê hat dîtin bû sedema panîkeke demkurt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse