Amerîka li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Rûdawê re axivî

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)
A+ A-

 Washington (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku siyaseta wan a li hemberî Herêma Kurdistanê neguheriye û gotûbêjên derbarê entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re “bi awayekî çalak berdewam dikin”.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da û bal kişand ser berdewamiya siyaseta Washingtonê ya li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got:

“Derbarê Îraqê piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz û xurt, wekî beşeke girîng a siyaseta me ya Îraqê dimîne.

Di siyaseta me de ti guherîn çênebûne.”

“Çareseriya li Sûriyeyê bi yekîtiyê dibe”

Berdevk derbarê Sûriyeyê jî diyar kir ku siyaseta Amerîkayê bi “yekîtî” û “çareserkirina dubendiyên demdirêj ên ku di dîrokê de welat parçe kirine” dibe û da zanîn ku helwesta Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack û birêvebiriya heyî di vê mijarê de zelal e.

Berdevk her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka bi aştî û aramiyê re eleqedar e û dixwaze hemû dewlet bikarin ji aliyê xwe ve bigihêjin bextewariyê lê ew dîkte nake ku wê vê yekê çawa bikin.

“Gotûbêjên li ser entegrekirina HSDyê bi awayekî çalak didomin”

Beşa herî balkêş a daxuyaniyê, beşa li ser paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê anî ziman:

“Gotûbêjên derbarê entegrekirina HSDyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re berdewam dikin û çalak in.

Em wekî rêya herî baş a çareserkirina pirsgirêkan piştgiriyê didin domandina van gotûbêjan.”

Berdevk diyar kir ku ew li ser bicihanîna vîzyona Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Sûriyeyê hûr dibin û wiha axivî:

“Wekî ku Wezîr Rubio jî gotiye, em li ser wê yekê hûr dibin ku derfetê bidin Hikûmeta Sûriyeyê da ku hem li hundirê Sûriyeyê hem jî di pêwendiyên xwe yên bi cîranên xwe re de aştî û aramiyê bi pêş bixe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst