Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Letonyayê Evika Silinayê ji Rûdawê re ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji bo alîkariya darayî ya Ukraynayê bê alternatîf nîne lê Macaristan piştgiriyê nade vebijêrkên din.
Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li ser çawaniya bikaranîna samanên cemidandî yên Rûsyayê ji bo dabînkirina xerciyên şer ên ji bo Kîevê rûbirûyî nakokiyan dibin.
Di çarçoveya Lûtkeya Konseya Ewropayê de li Brukselê, Evika Silina ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.
Silinayê tekezî li ser pêwîstiya gihiştina bi biryarekê kir, di demekê de ku dan û standinên aştiyê berdewam in lê hîn agirbesteke mayînde pêk nehatiye.
"Heta niha Macaristan ne bi me re ye"
Silinayêe got, "Ev ji bo Ukraynayê ne derfeta dawî ye, lê divê em bigihîjin biryarekê.
Samanên cemidandî ne tenê vebijêrk in, bê guman em dikarin serî li dayîna deynan jî bidin ku dikare ji aliyê Ewropayê ve biryar li ser were dayîn, lê ji bo biryarê pêdiviya me bi lihevkirinê heye. Heta niha Macaristan ne bi me re ye.
Girîng e ku em bikaribin piştgiriyê bidin Ukraynayê, çimkî dan û standinên aştiyê berdewam in lê tevî vê yekê hîn aştî pêk nehatiye."
Lûtkeya çarenivîs û samanên Rûsyayê
Daxuyaniyên Silina di demekê de ne ku
Yekîtiya Ewropayê ya 27 endamî li Brukselê lûtkeyeke çarenivîs li dar dixe bi armanca çareserkirina girêka bi milyaran euroyan ji bo parastin û avedankirina Ukraynayê di salên 2026 û 2027an de.
Yekîtiya Ewropayê nêzîkî 210 milyar euro, ku dike 247 milyar dolar, ji samanên Banka Navendî ya Rûsyayê cemidandine ku piraniya wan li "Euroclear" in û navenda wê li Brukselê ye.
Pêşniyarên sereke ew in ku ev saman ji bo garantîkirina "deyneke qerebûkirinê" ji bo Ukraynayê bên bikaranîn, ku tenê di wî halî de tê dayîn eger Rûsiya qerebûya ziyanên şer bide.
Lê Belçîka, ku piraniya samanan li wir in, ditirse ku ji aliyê yasayî ve Rûsya bertek nîşan bide, lewma daxwaza garantiya temam ji welatên din ên endam dike.
Komek welatên bakur û rojhilatê Ewropayê, di nav de Letonya, Estonya, Polonya, Lîtvanya, Fînlandiya, Swêd û Îrlanda piştgiriyê didin planê, di demekê de ku Îtalya, Malta, Bulgaristan û welatên din têbîniyên wan li ser hene.
Roja înê, Yekîtiya Ewropayê razîbûn nîşan da li ser cemidandina samanan ji bo demeke nediyar, ev jî gavek e ji bo kêmkirina dilgiraniyên Belçîkayê û amadekirina zemînê ji bo deyn.
Rêyên alternatîf ên din ji bo dabînkirina darayî, wekî dayîna deynê hevbeş ê Yekîtiya Ewropayê bi piştgiriya budceya yekîtiyê, pêwîstiya wê bi lihevkirinê heye û metirsiya wê yekê li ser e ku rûbirûyî "veto"ya Macaristan an Slovakyayê bibe.
Gotinên Silinayê balê dikişînin ser zêdebûna nîgeraniya alîgirên xurt ên Ukraynayê li herêma Baltikê ku samanên cemidandî wekî amûreke exlaqî û pratîkî dibînin ji bo bihêzkirina Kîevê bêyî ku zexteke zêdetir bixin ser budceya welatên Yekîtiya Ewropayê.
Lûtke hevdem e bi dan û standinên aştiyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê ku tê de pêşniyar, di nav de garantiya ewlehiyê ji bo Ukraynayê û tawîzkirina li ser axê hîn biryar nehatiye dayîn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy hişyarî daye ku bêyî dabînkirina pereyên berdewam, dibe ku Kîev neçar bimîne hilberîna kelûpelên parastinê kêm bike.
Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê hêvîdar in heta dawiya lûtkeyê bigihîjin peymanekê, ew jî wekî dupatkirina pabendbûna yekîtiyê bi Ukraynayê, di demekê de ku hişyarî tê dayîn ku têkçûn dikare moralê Rûsyayê bilind bike û metirsiyan li ser ewlehiya Ewropayê zêdetir bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse