Hewlêr (Rûdaw) – Li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê, di teqîneke ku li nêzîkî Keleha Sor a dîrokî de, herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên polîsan ragihand ku teqîn li nêzîkî kelehê di wesayîtekê de qewimiye.
Sedema teqînê hîn jî nayê zanîn.
Gelek tîmên tenduristiyê û polîsan çûn cihê bûyerê.
Şewat vemirandin
Medyaya herêmî ragihand ku teqîn li herêmeke qelebalix qewimiye û agir bi hinek wesayîtên derdorê jî ketiye.
Tîmên agirvemirandinê jî da zanîn ku 6 wesayît û 3 motorsîkletên sêteker şewitîne û şewat jî hatiye kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse