Profesorê Kurd bataryayên otomobîlên bi elektrîkê çêdike: Xeyala min ew e ku li Kurdistanê hilberînim

10-12-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Noşîn Omer Batarya Elektrîk Otomobîl
A+ A-

Belcîka (Rûdaw) - Damezrîner û CEOyê Endezyariya Enerjî û Bataryayê ya Avestayê (ABEE) Nûşîn Omer di pîşesaziya depokirina enerjiyê de xwedî ezmûneke profesyonel a mezin e.

Armanca Omer û şîrketa wî ew e ku bi çêkirina bataryayên demdirêj û domdar, bibin alternatîfek ji bazara Ewropayê re û li cîhanê belav bibe.

Gava behsa Avestayê tê kirin li Ewropa û Amerkayê êdî çareseriya pirsgirêkên bataryayên otomobîl û amûrên elektronîk tê bîra mirov.

Ji ber ku profesorê Kurd Noşîn Omerê ku li Belcîkayê dijî cureyekî bataryayê keşf kir ku zûtir tê barkirin û dirêjtir berxwe dide.

Profesorê Kurd Omer dibêje xewna wî ya herî mezin ew e ku rojekê van bataryayan li Kurdistanê hilberîne.

Kompanyaya Endezyariya Enerjî û Bataryayê ya Avestayê (ABEE), di Kanûnan Paşîna 2019an de li Belcîkayê ji aliyê profesorê Kurd Noşîn Omer ve hatiye damizirandin.

Kompanyaya ABEEyê ku ji aliyê profesorê Kurd ve hatiye damezirantin bataryayan çêdike.

kompanya di warê bataryayên pêşerojê de gavên nû yên dîrokî davêje.

Fabrîqeya Gigayê ku navenda lêkolînê û ofîsa sereke ya ABEEyê ye li bajarê Innovayê yê li herêma Flandersê ya Belcîkayê hat vekirin.

“Em dê di pîşesaziya çêkirina bataryayê de bibin pêşeng”

Serokwezîrê Herêma Flamanê Jan Yambon jî beşdarî merasîma vekirinê bû.

Serokwezîr Jan Yambon, di axaftina xwe ya li wir de got, “ABEE di qadeke ku ji bo domdariya pîşesaziya bataryayê û kêmkirina îsrafa enerjiyê girîng e de rolek girîng dilîze.

Hikûmeta Flaman bawer dike ku nûbûn li hemberî şokên aboriyê çepera herî bi bandor e.

Em dê di sala 2023yan de di pîşesaziya hilberîna bataryayê de bibin pêşeng.”

Avestaya Zerdeşt û Avestaya profesorê Kurd

Serokwezîrê Flaman di axaftina xwe de Avestaya Zerdeşt û Avesta ya profesorê Kurd bi van gotinan nirxand:

“Wekî ku hûn dizanin ABEE tê wateya Endezyariya Enerjî Bataryayê ya Avestayê

Herwiha Avesta navê pirtûkeke olî ya pîroz e ku vedigere sedsalê 6-7 ên beriya zayînê. Wan bawer dikir ku cîhan şerekî bêdawî ye di navbera ronahî û tariyê de.

Dibe ku tesadufeke mecazî be ku bataryayên ku ji aliyê Avesta ve hatine çêkirin heman tiştî dikin. Her du jî armanc dikin ku tarîtiyê ji holê rakin.

Hêvîdar im ku Avestaya li Flandersê di salên pêş de jî bi awayekî geş ronîbûna xwe bidomîne.”

Noşîn Omerê 41 salî ku di warê pergalên teserûfa enerjiyê de pispor e û li ser vê mijarê dersan dide.

Omer di merasîmê de bi balyozê Amerîkayê re li ser planên berbiçav ên li Amerîkayê yên ji bo veberhênana vê teknolojiya nû axivî.

Prof. Dr. Noşîn Omer got, “Em hêvî dikin ku armancên me ji parzemîna Ewropayê jî derbas bibin û di pîşesaziya bataryayê de bibin xwediyê pozîsyonek gerdûnî.

Di heman demê de em derfeyên di bazarên Amerîkayê de jî bi awayekî çalak dişopînin.

Em ê di nîvê sala 2024an de stratejiya xwe ya li Amerîkayê ku me çend cihan diyar kirin ragihînin.  

Em herwiha spasiya Balyozê Amerîkî yê li Brukselê û rêveberiya Serok Biden dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam ku hawîrdorek guncaw ji Yekîtiya Ewropayê re li Amerîkayê çêkiriye.”

Li Endezyariya Enerjî û Bataryayê ya Avestayê (ABEE) 60 pispor dixebitin.

Omer got, “ Navenda me yek ji mezintirîn hilberînerên bataryayên hişk e ku li seranserê Ewropayê di wesayîtên elektrîkê de têne bikar anîn.

Em bataryayên ku erzan in û dikarin ji bo demek dirêj werin bikaranîn hildiberînin.

Ew li Ewropayê pir populer e ji ber ku ew ji bataryayên lîtyûmê ewletir û dem dirêjtir e.”

“Li çiyayên Kurdistanê madeyên xam hene”

Profesorê kurd Omer diyar dike ku ji sedî 70ê hilberîna bataryayên hişk di destê Çînê de ye.

Omer armancên paşerojê yên şirketa xwe bi van gotinan anî ziman:

Êdî bazara Ewropayê niha ji bo hilberînê di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê û bataryayên wesayîtên elektrîkî pêşbaziyê dike.

Ji ber vê yekê em bala xwe didin ser hilberînên şîrketa xwe ku li şûna hilberînên Çînî yên li Ewropayê bigirin û ev dê bibe enerjiya paqij.

Dê cîhan ji benzîn û gazê dûr bikeve, li şûna wê bataryayên hişk û enerjiya paqij cih bigirin.

Mixabin, li Ewropayê ji bo hilberîna bataryayên hişk madeyên xav pir hindik in ku beşeke biçûk li Fînlandiyayê û beşek biçûk jî li Ewropaya Rojhilat e.

Bi gelemperî, piraniya madeyên xav ji Amerîkaya Latîn têne hawirdekirin.

Lêbelê, lêkolînek tune ku celeb û kalîteya van maddeyan nas bike. Li çiyayên Bakur û Başûrê Kurdistanê ev madde bi taybetî lîtium hene, lê mixabin ti kesî lêkolîn li ser vê mijarê nekiriye.”

Tê payîn ku hilberên Fabrîkaya Gigayê ya şîrketa ABBEyê di demek nêz de di wesayîtên li çaraliyê cîhanê de werin bikaranîn.

Noşîn Omer 30 sal berê ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê çûye Belcîkayê û niha jî li wê derê dijî.

Noşhin Omar diyar kir ku wî xewna malbata xwe pêk aniye.

Omer da zanîn ku xewna wî ya herî mezin ew e ku rojekê van bataryayan li axa Kurdistanê hilberîne.

“Projeyeke me ya bi navê Kurd Volts jî heye”

Profesorê Kurd got, “Projeyek me bi navê Kurd Volts heye û em dixwazin vê li Kurdistanê ava bikin.

Lê hîn lêkolînên pêwîst hene û pêwîstiya me bi hemahengî û erêkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.

Em li bendê ne ku rola bataryayên hişk û enerjiya paqij li Kurdistanê zêde bibe. Ev jî girêdayî enerjî û bataryayê ye.

Em piştrast in ku pêwîstiya Kurdistanê bi vê yekê heye ji ber ku li şûna petrolê alternatîfeke baş e û jîngeheke paqij peyda dike.”

Omer diyar kir ku veberhênana vê navendê 27 milyon euro bûye û  ji bo pêşxistina berhemên li Belçîkayê dixwazin heta sala 2026an 100 milyon dolarên din veqetînin.

Herwiha Omer da zanîn ku ji bo Romanya û Bulgaristanê du projeyên wan ên din jî hene û piştî ku ew proje jî temem bûn dê nirxê kompanyayê bigihije 2,5 milyar Euroyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst