Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta British Columbiayê ya Kanadayê di êrişeke bi çekan de êrişkar jî di nav de 10 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya CBCyê ya ku xwe dispêre daxuyaniya Polîsê Siwarî yê Şahane yê Kanadayê (RCMP), li herêma Tumbler Ridgeyê ya eyaletê li dibistanekê êrişeke bi çekan pêk hatiye.
6 kes li dibistanê mirin
Di êrişa li dibistanê de 6 kes mirin û kesek jî di rêya nexweşxaneyê de mir.
Yekîneyên RCMPyê ragihand ku li xaniyekî li nêzîk ê ku tê bawerkirin pêwendiya wî bi êrişê re heye, 2 kesên din jî mirî hatine dîtin.
Her wiha hat ragihandin, kesa ku tê bawerkirin êrişkar e jî mirî hatiye dîtin.
Hat eşkerekirin ku 2 birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan giran e.
25 kesên din jî ji ber birînên sivik li navendên tenduristiyê yên herêmî têne dermankirin.
Êrişkar jin e
Hat piştrastkirin ku êrişkera ku mirî hatiye dîtin "jineke porqehweyî û bi kiras e."
Nêzîkî 100 xwendekar û personelên dibistanê bi awayekî ewle hatine derxistin.
Hat ragihandin ku dibistanên seretayî û navîn ên li herêma Tumbler Ridgeyê dê vê hefteyê girtî bin.
Peyama Serokwezîr Carney
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
“Ez ji ber êrişên bi çekan ên hovane yên li Tumbler Ridgeyê gelekî xemgîn im.
Sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û hevalên wan kesan dikim ku di van bûyerên tundiyê yên hovane de hezkiriyên xwe ji dest dane.”
Tumbler Ridge li rojavayê Kanadayê, li quntara Çiyayên Rockyê ye, nifûsa wê 2 hezar û 400 kes e.
Ew der nêzîkî 680 kîlometreyan ji sînorê Amerîkayê dûr e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse