Xwepêşandana dehan hezar Pakistaniyan ji bo piştgiriya li serokwezîrê jikar avêtî Imran Xan li bajarê Keraçî, 10ê Nîsana 2022an. Wêne: Reuters
Hewlêr (Rûdaw) - Li Pakistanê bi deh hezaran alîgirên Serokwezîrê berê Îmran Xan li gelek bajarên wî welatî li dijî ji kar avêtina wî xwepêşandan saz kirin.
Piştî parlamentoya Pakistanê bawerî ji Serokwezîr Imran Xan stand, li ser banga Serokê Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Xan, li Karaçî, Lahûr, Peşawer, Multan û gelek bajaran bi taybet li paytext Îslamabadê xwepêşandan li dijî vê biryara parlamentoyê hatin lidarxistin.
Li paytext Îslamabadê gelek kes bi wesayîtên xwe konvoyek ava kirin. Di dema ku xwepêşanderan alên Pakistan û PTI di destê wan de bûn, ji bo piştgirîkirina Imran Xan dirûşm berz kirin û bertek nîşanî partiyên hevrik ên ku bûne sedema jikardûrxistina Imran Xan dan.
Ji aliyê din ve, serokwezîrê berê û serokê PTI Imran Xan, di daxuyaniyekê de li ser twîterê spasiya Pakistaniyan kir ku bi gotina wî "hevkarên herêmî û guhertina rejîmê ya bi piştgirîya Amerîkayê" protesto kirin.
Xan destnîşan kir ku Pakistan di sala 1947an de serbixwe bû, lê têkoşîna azadiyê ya li dijî planên guhertina rejîma biyanî îro ji nû ve dest pê kir.
Duh parlamentoya Pakistanê bi 174 dengên Na bawerî ji hikûmeta Îmran Xan stend û kabîneya hikûmeta wî hilweşiya.
Li dijî biryara parlamentoyê û hilweşandina hikûmetê, bi deh hezaran Pakistanî li gelek bajarên wî welatî ji bo piştgiriya Imran Xan daketin kolanan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 11, 2022
Zêdetir: https://t.co/Jx8WTvqcc0 pic.twitter.com/vN0N7MWULB
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse