Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyar kir ku gotûbêjên rasterast û bê pêşmerc ên bi Ukraynayê re 15ê Gulanê li Stenbolê ducare dest pê bikin.
Putin piştî çalakiyên ku bi wesîleya Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê hatin lidarxistin û hevdîtinên xwe bi serokên welatên biyanî re ji rojnamegeran re axivî.
Putin bi bîr anî ku agirbestên ku Amerîkayê ji bo bingeha enerjiyê li Ukraynayê pêşniyar kiribûn û her wiha yên ku wî bi xwe di Cejna Paskalyayê û Cejna Serkeftinê de pêşniyar kiribûn ji aliyê Ukraynayê ve nehatine qebûlkirin.
Wî got ku Rûsya ti carî diyaloga bi Ukraynayê re red nekiriye.
Putin di vê çarçoveyê de diyar kir ku tevî her tiştî wan pêşniyarî rayedarên Kievê kiriye ku gotûbêjên ku wan dawiya sala 2022yan qut kiribûn ducare dest pê bikin û wiha li pey çû:
"Em pêşniyar dikin gotûbêjên rasterast ku 15ê Gulanê, roja pêncşemê, li Stenbolê, li cihê ku berê gotûbêj lê qutbûn, bi taybetî bê pêşmerc û bê windakirina demê dîsa dest pê bikin."
Putin anî zimên ku Tirkiyeyê çend caran pêşniyar kiriye ku gotûbê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bên kirin û got ku Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo pêkanîna vê organîzasyonê gelek tişt kirine.
Putin bi bîr xist ku di encama gotûbêjên ku sala 2022yan li Stenbolê hatibûn kirin de reşnivîsa belgeyekê hatibû amadekirin û Kievê îmze kiribû lê ji ber helwesta Rojava ev belge çûye nav gilêşê û berdewam kir:
"Sibê hevdîtineke me bi Birêz Serokkomar Erdogan re heye. Ez ji wî daxwaz dikim ku ji bo gotûbêj li Tirkiyeyê bên kirin rê ji me re veke.
Ez hêvî dikim ku ew dê daxwaza xwe ya beşdarbûna li lêgerîna aştiyê li Ukraynayê piştrast bike.
Em ji bo pêkanîna gotûbêjên cidî yên bi Ukraynayê re biryardar in."
"Armanca me aştiyeke mayînde ye"
Putin daxuyand kir ku armanca wan ji van gotûbêjan ew e ku ew "sedemên bingehîn ên pevçûnê ji holê rakin û di çarçoveya perspektîva dîrokî de aştiyeke demdirêj û mayînde damezirînin" û wiha axivî:
"Em red nakin ku di van gotûbêjan de ne tenê ji aliyê Rûsyayê, ji aliyê Ukraynayê jî li ser agirbesteke nû û guherîneke rastîn lihevkirin mumkin e. Ev dê bibûya gava yekem."
"Pêşniyara me li ser maseyê ye, biryar a rayedarên Ukraynayê ye"
Putin destnîşan kir ku ev pêşniyar aştiyeke demdirêj û mayînde ye û bal kişand ser wê yekê ku divê ev pêşniyar nebe sedema ku artêşa Ukraynayê bi temamî were amadekirin û xurtkirin û pişt re jî pevçûnên çekdarî berdewam bikin û got:
"Pêşniyarên me li ser maseyê ne. Niha biryar li cem rayedarên Ukraynayê û serkirdeyên wan maye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse