Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer û Şîrovekarê Siyasî Imran Mensûr ragihand ku gelek Fransî ne ji ber hezkirina Macron deng dan wî, lê ji bo Marin Le Pen nebe serok ji ber nerînên wê tund, deng dane Macron.
Biryar e sibe hilbijartinên parlemanî li Fransayê birêve biçin û mafê dengdanê yê 48 milyon û 700 hezar kesan heye. Di hilbijartinên sala 2017ê de, 51.2% ya Frensiyan deng nedan.
Navendên taybet ên lêkolînan li Fransa, nîşanê bi wê yekê didin ku beşekî gelek ji Fransiyan hilbijartina parlementoyê bi wê radeyê, li cem wan ne girîng e û tê çaverêkirin rêjeya beşdarîkirinê di dengdanê de, wê 48.7% jî derbas neke.
Parêzer û şîrovekarê siyasî Imran Mensûr behsa sîstema siyasî ya Fransayê kir, ku tevî desthilat hemû li cem Serok in lê rola parlamentoyê jî heye û dikare serok rawestîne.
Li gor sîstema nû, kesê ku bibe parlemanter, nikare ji niha û şûnde du karan bike, lê dive tenê karekî bike û xwe ji bo karê parlemanî û gelê Fransayê tyerxan bike.
Imran Mensûr amaje bi wê yekê da ku Fransa di ware siyasî di rewşeke zehmet re derbas dibe, ji ber ku berî Emmanuel Macron çep û rast hebûn, lê Macron di demeke kurt de, partiyeke nû ava kir û hat ser desthilatê.
Mensûr diyar jî kir ku di hilbijartinên serokatiyê de li wî welatî, Fransiyan ne ji hezkirinê dengê xwe dane Macron lê ji bo Marin Le Pen nebe serok ji ber nerînên wê tund, deng dane Macron. Mensûr destnîşan kir ku şanse Partiya Melanchon heye ku fraksyona herî mezin di parlamentoyê de bidest bixe û 24% ya dengan bidest bixe, Marin Le Pen 23% ya dengan bidest bixe, di pileya sêyemîn de jî Partiya Macron 20% ya dengan bidest bixe.
Mensûr herwiha da zanîn ku Fransî dengê xwe biha dibînin, lewra dema ku xwe vedikşênin û dibêjin, eger baweriya wan bi kesekî neyê, ew dengê xwe bikar nayênin heya wê radeya ku gelek Fransî di dema dawiyê de, xwe dûrî siyasetê dikin, ji ber ku di nerîna wan de tiştek ji wan re nehatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse