Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Swêdê biryara radestkirina kesekî ku Tirkiye ji ber sextekariyê bi bultena sor lê digere, daye. Ew kesê ku Tirkiye bi bultena sor lê digeriya ji bo ku radestî Tirkiyê neyê kirin, ola xwe guherandiye û bûye Kirîstiyan.
Hat ragihandin ku navê ew kesê ku Tirkiye bi bultena sor lê digere Okan Kale ye û ji bo neyê naskirin navê xwe kiriye Johan Gustavsson.
Li gor nûçeya SVT ya Swêdê, Okan Kale yê 35 salî yê ku ji ber sextekariyê, Tirkiye bi bultena sor lê digeriya, biryar hatiye dayîn ku radestî Tirkiyê bê kirin.
Wezîra Dad û Navxweyî ya Swêdê Morgan Johansson biryara Dadgeha Bilind nirxand û destnîşan kir ku ev rewşeke rûtîn e.
Hat destnîşankirin, Okan Kale yê ku ji sala 2011an û vir ve li Swêdê dijî û di vê heyamê de serlêdana penaberiyê jî kiriye, li Tirkiyê ji ber sextekarîyê 14 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse