Trump: Çîn dê 200 balafirên Boeingê bikire

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîn Amerîka Boeing
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku wî bi Serokê Çînê Xi Jinping re peymanek kiriye ku Pekîn 200 balafirên Boeingê bikire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump her wiha diyar kir ku ev peyman dê gelek derfetên kar ji bo Amerîkiyan çêbike.

Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re de ragihand ku di civîna wî ya bi Serokkomarê Çînê re de Pekînê soza kirîna 200 "balafirên mezin" daye.

Tevî ragihandina vê nûçeyê, pişkên Boeingê bi rêjeya ji sedî 4an daketin.

Pisporên darayî di wê baweriyê de ne ku sedema vê daketinê ew e ku bazar li benda peymaneke gelekî mezintir bû.

Medyaya Amerîkayê berê qala îhtimala kirîna 500 balafirên cureyê 737 MAX û 100 balafirên din ên wekî 787 û 777an dikir.

Birêvebirê Giştî yê Boeingê Kelly Ortberg jî wekî endamekî şandeya Amerîkayê di lûtkeya Pekînê de amade bû.

Ortberg meha borî ragihandibû ku ew ji bo îmzekirina peymanekê ya bi Çînê re geşbîn e û gotibû, "Ev yek ji sedî 100 pêbendî dan û standin û pêwendiyên Amerîka û Çînê ye."

Bandora aloziyên Tengava Hurmizê

Peymana mezin a dawî ya Çînê û Boeingê vedigere sala 2017an ku wê demê Trump di gera yekem a serokatiya xwe de çûbû serdana Pekînê.

Wê demê Çînê bi 37 milyar dolarî 300 balafir kirîbûn.

Ev hewldana aborî di demekê de ye ku Washington û Pekîn ji bo asayîkirina pêwendiyên xwe yên bazirganî di bin zexteke mezin de ne.

Di heman demê de, şerê li Rojhilata Navîn û aloziyên li Tengava Hurmizê bandoreke tund li zincîreya dabînkirina kel û pelan û aboriya cîhanî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst