Pentagon: Ji ber şerê li Îranê budceya me ber bi qedandinê ve diçe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Şer Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên pilebilind ên Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) hişyarî didin, dibe ku havîna îsal budceya pêwîst ji bo birêvebirina operasyonan nemîne.

Li gorî gotina wan, şerê Îranê û belavkirina hêzan a li ser sînorên başûr ên Amerîkayê hemû çavkaniyên wan ên darayî vala kirine.

Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê, fermandarên Pentagonê ragihandiye ku eger Kongreya Amerîkayê projeyasayeke nû ji bo dabînkirina xerciyên dema şer qebûl neke, artêş neçar dibe ku rahênanên leşkerî û hinek karên din ên sereke yên parastinê kêm bike.

Rayedarên wezaretê da zanîn ku heta niha xerciyên şerê li Îranê û operasyonên din ên nexwestî ji budceya salane ya "kar û sererastkirinê" hatine dabînkirin.

Ev budce di bingehê de ji bo erkên asayî yên artêşê hatiye veqetandin û ne ji bo şerekî wiha mezin û operasyonên zêde ye.

Vê rewşê zexteke darayî ya gelekî mezin xistiye ser wezaretê.

30 milyar dolar di şerê li Îranê de hat xerckirin

Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkayê ku spartiye rayedarên Pentagonê, heta niha nêzîkî 30 milyar dolarî di şerê li Îranê de hatiye xerckirin.

Meha adarê wezaretê ji bo birêvebirina vî şerî daxwaza 200 milyar dolarî ji Kongreyê kiribû lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.

Berpirsên Pentagonê dibêjin, berdewamiya vê rewşê ya bêyî piştgiriya darayî ya nû ya Kongreyê dê bandoreke neyînî li ser amadehiya hêzên Amerîkayê bike.

Çimkî ew nikarin wekî pêwîst rahênanan bidin leşkeran û amûrên şer nû bikin, di demekê de ku îhtimala destpêkirina şer a li Rojhilata Navîn hîn heye.

Rewşa Tengava Hurmizê û petrolê

28ê Sibata îsal Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi êrişa li welatên cîran û Îsraîlê bersiv da.

Ji roja duyem a şer ve Îranê Tengava Hurmizê girt.

Vê gavê bermîla petrolê ji 72 dolarî bihatir bû û gihand jor 100 dolarî.

13ê Nîsanê Amerîkayê li ser benderên Îranê dorpêça deryayî sepand.

Ev gava Amerîkayê wekî bersivekê bû ji bo girtina Tengavê ya ji aliyê Îranê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst