Peyama Amerîkayê ya ji bo Elî Zeydî: Em amade ne bi hev re bixebitin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Amerîka Elî Zeydî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji ber avakirina hikûmeta nû pîrozbahî li Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir.

Tom Barrack li ser avakirina hikûmeta nû û Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî peyamek belav kir.

Barrack di peyama xwe de da zanîn ku serkirdayetiya nû ya Îraqê cesaretê dide wan.

Barrack destnîşan kir ku ew li bendê ne li ser bernameyeke nû ya ku li gorî berjewendiyên her du aliyan e, bi hev re bixebitin.

"Em amade ne ji nêz ve bi we re bixebitin"

Tom Barrack di peyama xwe de ev daxuyanî dan:

"Ez pîrozbahiyê li Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dikim ku wî baweriya parlamentoyê bi dest xist û hikûmeta wî ji aliyê Encûmena Nûneran ve hat pesendkirin.

Em ji serkirdayetiya we cesaretê werdigirin û em li bendê ne ku em li ser ajendayeke nû ya wêrek ku li gorî berjewendiyên me yên hevpar e, bi hev re bixebitin.

Armanca me avakirina Îraqeke serwer, bipêşketî û aram e ku bi cîranên xwe re di nav aştiyê de ye.

Her wiha Îraqeke ku di çarçoveya hevkarî û sûdwergirtina dualî de bi Amerîkayê re, ji bo hemû welatiyên xwe derfet û bipêşketinê dabîn dike.

Serok Trump, Wezîr Rubio û Amerîka amade ne ku bi we û hikûmeta we re ji nêz ve bixebitin da ku em armancên xwe yên hevpar ên wekî bextewariya gelê Îraqê û têkbirina terorê bi pêş bixin ku teror tim li pêşiya bipêşketina gel dibe asteng."

Avakirina hikûmeta nû

Di dengdana îro ya li Parlamentoya Îraqê de Elî Zeydî bi fermî wekî Serokwezîr dest bi kar kir.

Li Parlamentoya Îraqê her wiha ji bo namzedên wezaretan ên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn.

Ji 19 namzedan 14 namzeda dengên pêwîst ji bo wezîrtiyê bi dest xistin.

5 namzedan jî nekarî dengên pêwîst werbigirin.

Li Îraqê bi giştî 23 wezaret hene.

Li gorî vê encamê, hîn 9 wezîr mane ku li parlamentoyê werin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst