Hewlêr (Rûdaw) - Li Norweçê ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdana pêşwext îro dest pê kir û 18 partî ji bo 169 kursiyan dikevin pêşbirkê.
Di nava namzedan de 7 Kurd jî hene.
Li Norweçê roja sereke ya hilbijartinê 8ê Îlonê ye. Dengdana pêşwext îro dest pê kir û dê heta 5ê Îlonê berdewam dike.
Dengdana pêşwext ji bo wan kesan e ku ji ber kar an jî bernameyeke xwe ya taybet nikarin di roja hilbijartinê de biçin ser sindoqan û bi vî awayî karê welatiyan hêsantir dibe.
Parlamentoya Norwêcê ji 169 kursiyan pêk tê û 18 partiyên siyasî li 19 parêzgehên welêt ji bo bidestxistina kursiyan di nav pêşbirkê de ne.
Her partiyek dikare li her parêzgehekê heta 30 namzedan diyar bike.
Namzedên Kurd
7 namzedên Kurd wiha ne:
Partiya Sor (Rødt):
Nîgar Einayetî, parêzgeha Akershusê
Seher Aydar, parêzgeha Osloyê
Newîsa Fellehzade, parêzgeha Ostfoldê
Evîn Salih, parêzgeha Telemarkê
Partiya Çep a Sosyalîst (Sosialistisk Venstreparti):
Berhem Azadî, parêzgeha Østfoldê
Manî Huseynî, parêzgeha Osloyê
Eylul Demîrhan, parêzgeha Osloyê
Namzedan behsa soz û bernameyên xwe kirin
Namzeda Kurd Nîgar Einayetî ji Rûdawê re got, "Ez yek ji namzedên Kurd ên li ser lîsteya Partiya Sor a Norweçê me."
Nîgar Einayetî diyar kir ku ew dê ji bo karê daîmî ji bo her kesî, aborî û dahateke baştir ji bo endamên civakê" bixebite û wiha li pey çû:
“Polîtîkayên aborî yên şaş rasterast bandor li jiyana herkesî kiriye.
Di warê entegrasyonê de, pêwîst e bernameyeke me ya baştir hebe da ku ew koçberên tên vî welatî karibin baştir tevlî civakê bibin û bi awayekî çalak beşdarî pêvajo û qonaxên jiyanê bibin."
Wê da zanîn ku ew dê li ser bi awayekî fermî naskirina komkujiya li ser Helebçe, Şingal û Serdeştê wekî jenosîd/komkujî bixebitin û got:
“Di mijara Rojavayê de naskirina fermî ya desthilata Rojava wekî herêmeke xwerêveber ji bo me girîng e."
Wê her wiha got, "Di mijara Îranê de divê ne tenê bal li ser mijara atomî be, divê mafên gelên li wir bi fermî bên naskirin û em zextê li Îranê bikin da ku cezayê sêdarê rake."
Newîsa Fellehzade xelka Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 2003yan li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û ji Partiya Sor li parêzgeha Osloyê namzedê e.
Wê ji Rûdawê re got, "Plan û armanca min ew e ku ji bo civakeke ku tê de cudahiyên civakî kêm bibin û bên çareserkirin bixebitim.
Ez dê ji bo dîtina şiyanan û peydakirina derfetan di warê kar û xwendinê de ji bo her endamekî civakê kar bikim."
“Em ji nêzîk ve rewşa herêmê dişopînin”
Fellehzadeyê her wiha got, "Ez û partiya xwe ji bo miletê Kurd û gelên Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê gelekî pabendî dadwerî, demokrasî û aştiyê ne.
Em ji nêzîk ve rewşa herêmê dişopînin û piştgiriyê didin pêvajoyên aştiyê û rêzgirtina ji mafên mirovan re."
Namzed Kurd amaje pê kir ku ew dê hewl bide ji bo naskirina zêdetir a pirsên têkildarî Kurdan di nav partiya xwe de bibe alîkar û her wiha ji bo rûbirûbûna zordariya li ser Kurdan û pêkhateyên din bixebite.
Newîsa endameke hilbijartî ya encûmena şaredariyê ya li navçeya Hamarê ya Osloyê ye.
Wê got, "Min li ser siyaseta tenduristiyê, parastina avhewayê, xwezayê, dosyeya ciwanan û dadweriya civakî kar kiriye.
Her wiha min bi awayekî çalak beşdarî kampanyayên wekheviya zayendî û hevgirtina navneteweyî kiriye."
Encamên rapirsiyan
Li gorî rapirsiya dawî ya medyaya Norweçê, Partiya Kar ji sedî 29ê dengan, Partiya Bipêşketinê ya rastgir ji sedî 21ê dengan û Partiya Mihafezekar jî ji sedî 16ê dengan distînin.
Partiya Çep a Sosyalîst ji sedî 7 û Partiya Sor jî ji sedî 6ê dengan werdigirin.
Di hilbijartina borî de, Partiya Kar 48, Partiya Mihafezekar 36, Partiya Navendê 28, Partiya Çep a Sosyalîst 13 û Partiya Sor 8 kursî bi dest xistibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse