Pompeo: Trump amade ye bêyî şert û merc li gel Ruhanî bicive

11-09-2019
RÛDAW
Nîşan Mike Pompeo Amerîka Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê, ragihand ku Donald Trump, amade ye bêyî merc li gel Hesen Ruhanî bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin, li Koşa Spî, konferanseke rojnamevaniyê saz kirin.

Mike Pompeo derbarê egera hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump, li gel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li civîna Netewên Yekbûyî ya li New Yorkê, diyar kir, “Serok Trump, bi awayekî zelal aşkere kiriye ku amadeye bêyî şert û merc bi Rûhanî re bicive.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, aşkere kir ku Trump amade ye, li gel Ruhanî bicive û lêbelê got ku ew dê zext û fişarên li ser Îranê berdewam bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, hefteya bihûrî ragihandibû ku ew amade ye, di civînên NYê de, li gel Hesen Ruhanî bicive û diyar kiribû, “Ez nizanim. Her tişt mumkin e. Dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di warê darayî de rewşa wan ber bi xerabiyê ve diçe. Em dikarin van kêşeyan di 24 demjimêran de çareser bikin.”

Serokomarê Îranê an jî serkirdeyekî din ê wî welatê heta niha bi awayekî erênî bervisa daxwaza hevdîtinê ya Serokê Amerîkayê nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst