Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda berê ya Almanyayê Angela Merkel şeva Duşemê bi merasîmeke taybet li Cenevreyê, xelata penaberan a UNHCR ya 2022an Nansen wergirt.
Rawêjkara berê ya Almanyayê Angela Merkel, careke din di medya cîhanî de bûye rojev. Vê carê ji bo wergirtina baştirîn xelata Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bû, ji bo siyaseta di serdema desthilata xwe de ku derbarê penaberan de meşand.
Rawêjkara berê ya Almanyayê Angela Merkel got “Kêfxweş im, ku ligel we me, ez ji bo wergirtina xelata penaberan a Nansen şanaz im.”
Xelata Nansen a Penaberan, baştirîn xelata Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ye. Sala 1954an hatiye damezrandin. Salane bo wan kes û aliyên ku alîkariya penaberan kirine. Xelat ji madalyayekê û 150 hezar dolarê Amerîkî pêk tê.
Lijneya Xelata Nansenê, ji ber çend sedemên taybet xelat daye Merkel.
Di serdema desthilata Merkel de sala 2015 û 2016an, Almanyayê pêşwazî zêdetir ji milyonek û 200 penaber kir. Li dijî fikra şandina penaberan bû. Beravaniya prensîbên rêzgirtina mafê penaberan kir. Ji bo wergirtina penaberan ji welatên din ên Ewropî re bû îlham.
Rawêjkara berê ya Almanyayê Angela Merkel dibêje “Ez wek xwediyê Xelata Nansenê dibêjim, me salên 2015 û 2016an hemû penaber wergirtin, ku piraniya wan ji Sûriyê, Iraq û Efxanîstanê bûn. Vêya ji bo welatê me û welatên din ên Ewropa astengiyeke mezin çê kir. Lê ez j we daxwaz dikim, peneberekî jî bi zorê neşînin welatên wan. Ji ber ku, ti kesek bê sedem welatê xwe bicî nahêle.”
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê Ukraynayê û guherîna keşûhewayê li cîhanê hejmara koçberan ji 89 milyonan derketiya ser 100 milyonan.
Dibe ku niha pêwîstiya welatên pêşketî ji hemû deman zêdetir bi gotinên binav û deng ên Merkel hebin, ku dema wergirtina penaberan bo gelê Almanyayê got; “Erê em dikarin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse