Putin: Xelata Nobelê baweriya xwe ji dest daye

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Donald Trump Xelata Nobelê ya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku Xelata Nobelê "hemû baweriya xwe ji dest daye" û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo çareserkirina "krîzên" cîhanê "gelekî xebitiye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin da zanîn, ne karê wî ye ku biryarê bide bê ka Trump hejayî wergirtina Xelata Nobelê ye yan na.

Piştî ku Donald Trump wekî serokê Amerîkayê dest bi kar kir, gelek caran tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew hejayî Xelata Nobelê ye, ji ber ku li gorî gotina wî, di çareserkirina gelek aloziyan de rola wî heye, tevî ku neyar û rexnegirên wî dibêjin Trump di vê bangewaziyê de zêde mezinahiyê dike.

Rojek beriya ragihandina Xelata Nobelê ya Aştiyê, Trump ev gotina xwe ducare kir û got ku wî vê hefteyê dawî li şerê heştemîn aniye.

Ev yek jî piştî wê bû ku bi navbeynkariya wî, qonaxa yekem a agirbesta li Xezeyê hat îmzekirin.

Putin li Tacîkistanê di bersiva pirseke derbarê wê yekê de ku gelo Trump hejayî xelatê ye, ji rojnamegeran re got:

"Ez ne ew kes im ku biryarê li ser wê yekê bidim bê ka serokê niha yê Amerîkayê hejayî Xelata Nobelê ye yan na. Ez nizanim.

Lê ew bi rastî ji bo çareserkirina van krîzên aloz ên ku ev çend an jî bi deh salan e berdewam dikin, gelekî dixebite."

Putin amaje bi şerê Xezeyê kir û anî ziman:

"Eger em di bidestxistina hemû wan tiştên ku Donald hewl dide bike de bi ser bikevin, ev dê bibe bûyereke dîrokî."

Lê di heman demê de rexne li Komîteya Nobelê girt ku xelata aştiyê "daye wan kesên ku tiştek ji bo aştiyê nekirine".

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, "Bi baweriya min, van biryaran zerereke mezin daye baweriya vê xelatê."

Trump vîdeoya van gotinên Putin li ser tora xwe ya civakî ya Truth Socialê belav kir û li ser nivîsand: "Spas Serok Putin!"

Trump di vê dewra xwe ya serokatiyê de hewl daye ku nêzîkî Moskow û Putin bibe.

Trump meha tebaxê di lûtkeyeke li Alaskayê de mazûvaniya Putin kiribû.

Komîteya Nobelê doh xelat da Rêbera Mixalefeta Venezuelayê Maria Corina Machadoyê û wê jî xelat pêşkêşî Trump kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst