Trump: Xelatgira Nobelê telefonî min kir

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Xelata Nobelê ya Aştiyê Donald Trump Maria Corina Machado
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump da zanîn ku Maria Corina Machadoya ku Rêbera Mixalefeta Venezuelayê û xelatgira îsal a Xelata Nobelê ya Aştiyê ye, telefonî wî kiriye û jê re gotiye ku ew xelatê wekî rêzgirtinekê ji bo Trump werdigire, çimkî bi baweriya wê Serokê Amerîkayê hêjayî xelatê ye.

Li Koşka Spî pirsek derbarê Xelata Nobelê ji Trump hat kirin, wî rasterast rexne li biryara komîteyê negirt lê pesnê hewlên xwe yên ji bo bidawîanîna çendîn şeran da û got, eger wî bixwesta, dibe ku Machadoyê xelat bida wî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamegeran re got:

"Ew kesa ku bi rastî Xelata Nobelê wergirt, îro telefonî min kir.

Wê got, ez vê xelatê wekî rêzgirtinekê ji bo te werdigirim, ji ber ku tu bi rastî hêjayî wê bûyî.

Ew karekî gelekî xweş bû. Min jê re negot, nexwe bide min.

Tevî ku ez bawer dikim eger min bixwesta dibe ku wê bida. Ew gelekî birêz e."

Komîteya Nobelê ya Aştiyê di dema ragihandina xelatgirê de sedema dayîna xelatê ya ji Machadoyê re wiha anîbû ziman ku ew yek ji "parêzvanên wêrek ên azadiyê" ye.

Trump da zanîn, ji dema ku erkê serokatiyê wergirtiye ve wî dawî li 8 şeran aniye û hêjayî Xelata Aştiyê ye.

Divê namzedkirina ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê beriya 31ê Kanûna Paşîn a heman salê hatiba pêşkêşkirin. Trump 20ê Kanûna Paşîn vegeriya Koşka Spî.

Trump anî ziman ku biryara komîteyê di bingeh de li ser bûyerên sala 2024an bûye, dema ku ew di kampanyaya hilbijartinê de bû lê wî tekezî li ser wê yekê kir ku beşdariyên wî yên ji bo aştiyê ew qas mezin û bibandor bûne ku diviyabû komîteyê bi her awayî xelat bida wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst