Dayîkek û keçek li Almanyayê bi şêwazeke nû zimanê Kurdî diparêzin

11-10-2025
Mey Dost
Mizgîn û keça xwe / Wêne:
Mizgîn û keça xwe / Wêne:
Nîşan Mizgîn Şahî Zimanê Kurdî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dayîk û keçeke ji Efrînê, li Almanyayê bi rêya torên civakî û bi şêwazeke nûjen, ziman û çanda Kurdî diparêzin û fêr dikin.

Mizgîna 24 salî û keça wê Şahî ya 3 salî, bi vîdeoyên xwe yên kurt û perwerdeyî bûne fenomenek li ser înternetê.

Ew ji bajarê Efrînê ne û niha li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê dijîn.

Mizgîn hewl dide ku nasname û çanda xwe bi rêya keça xwe biparêze û bi cîhanê bide nasîn.

"Rojbaş Kurdistan"

Ew li ser torên civakî vîdeoyên kurt û perwerdeyî bi zimanê Kurdî belav dikin û her tim vîdeoyên xwe bi silava "Rojbaş Kurdistan" dest pê dikin.

Mizgîn ku li gund mezin bûye, ji zarokatiya xwe ve bi ziman û çanda xwe ve girêdayî ye û vê hezkirinê derbasî keça xwe jî dike.

Mizgîn dibêje, “Ez her tim hez dikim tiştan bi zimanê Kurdî bikim, çi fêrbûna ziman be, çi çanda Kurdî be, wek govend, stran û tiştên din.

Ji dema ku min çavên xwe vekirine, ez bi tiştên Kurdî re mezin bûme.”

Perwerde bi pirtûk û hevaltiyê

Mizgîn gelek pirtûkên Kurdî ji bo Şahiyê peyda kirine û dema jê re dixwîne, Şahî bi baldarî guh dide wê.

Têkiliya di navbera wan de ne tenê ya dayîk û keçê ye her wiha wekî ya du hevalan e.

Mizgîn derbarê şêwaza xwe ya perwerdekirinê de wiha got:

"Ez nikarim bêjim dayîka min ez çawa mezin kirime, ez dê jî wê wisa mezin bikim. Na, ez wisa nakim.

Ez her tim hewl didim tiştên herî baş pêşkêşî wê bikim û fêrî wê bikim. Dayîka min çi qasî karîbû, ew qasî da me. Ez jî bi wî awayî li gel Şahî me."

Mijarên kûr bi zimanekî sade

Ew di vîdeoyên xwe de behsa gelek mijarên kûr jî dikin, wekî cudahiya di navbera nêrîn û rastiyê de, yan jî têgihîştina ji bo azadiyê.

Mizgîn van mijaran bi zimanekî sade û li gorî temenê keça xwe rave dike.

Mizgîrnê li ser vê yekê jî got, “Ez hez dikim ku ew her tiştî bizanibe ku bizanibe divê çi bike, mafên wê çi ne û nabe kesek li hemberî wê çi bike.

Ez wê ji bo jiyana derve amade dikim.”

Ji bilî van, Mizgîn û Şahî demên xwe bi çalakiyên curbecur ên wekî wênesazî û çêkirina xwarinê di metbexa biçûk a Şahiyê de derbas dikin.

Dibistaneke biçûk a zimanê Kurdî

Armanca sereke ya Mizgînê ew e ku nîşan bide ku li diyasporayê jî parastin û fêrkirina zimanê dayîkê mimkin e û herwiha zaravayê Efrînê zêdetir belav bike.

Karê wan sade xuya dike lê di rastiyê de tijî wate ye û Mizgîn û Şahî li ser torên civakî bûne mîna dibistaneke biçûk ji bo ziman û çanda Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst