Merkel ji bo krîza koçberan ji Putin alîkarî xwest

11-11-2021
RÛDAW
Şêwirmenda Almanyayê, Angela Merkel. Wêne: AFP
Şêwirmenda Almanyayê, Angela Merkel. Wêne: AFP
Nîşan Koçber Krîza Koçberan Almanya Angela Merkel Rûsya Vladimir Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand, ku derbarê krîza koçberên li ser sînorê Belarus-Polandayê wê bi Serokê Rûsyayê re gotûbêj kiriye û daxwaza alîkariyê jê kiriye.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, roja Çarşemê 10ê Mijdara 2021an di konferanseke rojnamevanî ya hevbneş de li gel serokwezîrê Portugalê Antonio Costa û Serokwezîrê Lativiya Krisjanis Karins ragihand, ku ew bi Serokê Rûsyayê re axiviye û daxwaz jê kiriye, ku givaşê li Belarusê bike, da ku kirîza koçberan li ser sînorê xwe yê bi Polanda re çareser bike.

Angela Merkel got, “Ez bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axivîm û min daxwaz jê kir ku desthilat û hejmûna xwe ya li ser Alexender Lukashenko bikar bîne, ji ber ku xelk li wir têne bikaranîn. Ew qurbaniyên siyaseteke ne mirovan e ne, divê tiştek li hember vê yekê bê kirin.”

Merkel amaje bi wê yekê kir, ku koçber bûne qurbaniya nakokiyên siyasî.

Berî hevdîtina bi serokwezîrên Lativiya û Portugalê re, Şêwirmenda Almanyê Angela Merkel bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kiribû ku jê bixwaze Belarus destwerdana "nemirovî" ya li dijî koçberan rawestîne.

Bi hezaran koçber li ser sînorê Belarusê yên li gel Polanda û Lîtwanyayê asê mane û rê li ber derbasbûna wan bo nav sînorê welatên Yekîtiya Ewropayê hatiye girtin.

Yekîtiya Ewropayê û Poland, bi fermî Belarusê bi wê yekê tohmetbar dikin ku mijara koçberan wek karteke siyasî û jibo givaşê li dijî wan bikar tîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst