Li paytexta Hindistanê teqîn: Gelek mirî hene

11-11-2025
Nîşan Delhî Hindistan Teqîn Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Delhiya paytexta Hindistanê di encama teqîna otomobîlekê de 8 kes mirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Hindistanê, teqîn êvarê li herêma Red Fortê ya Delhiyê di otomobîlekê de çêbûye.

Ji ber bandora teqînê zerer gihiştiye otomobîlên li derdorê.

Polîsan herêm dorpêç kiriye û li bajêr alarm heye.

Berdevkê Polîsê Delhiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 8 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Lêpirsîna li ser sedema teqînê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst