Çarenivîsa bajarê Soledar ê Ukraynayê nediyar e

12-01-2023
RÛDAW
Nîşan Soledar Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 11 meh in şer li bajarê Soledar ê Ukraynayê berdewam e. Milîsên Vagner ên ser bi Rûsyayê ve dibêje wan Soledar kontrol kiriye, Kremlîn dibêje pêşveçûn heye, lê ew li benda zanyariyên piştrastkirî û fermî ne. Wezareta Berevaniya Ukraynayê jî bi belavkirina  vîdyoyekê bersiva grûba Vagner da û red kir ku bajar ji aliyê Rûsyayê ve hatibe kontrolkirin.

Bajarê Soledarê ku tenê 15 kîlometreyan ji bajarê Baxmûtê yê li herêma Donetskê li rojhilatê Ukrayanyê dûr e, bi tunel û kanên xwe yên xwê naskirî ye.

Milîsên grûba Vagner dibêjin ku wan navenda bajarê Soledar ji dest hêzên Ukraynayê derxistiye û bajar kontrol kirine.

Tevî ku Vagner dibêje wan Soledar ji bo Rûsyayê kontrol kiriye, lê belê Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlîn dibêje, pêşveçûn heye, lê hîn zû ye bê gotin ku bajar hatiye kontrolkirin.

Berdevkê Serokê Rûsyayê, Dmitry Peskov ragihandiye, "Bila em lezê nekin û li benda daxuyaniyên fermî bin.”

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî bi belavkirina vîdyoyekê bersiva grûba Vagner daye.

Di dîmenan de hin leşkerên Rûs li Soledarê tên dîtin, ku hêzên Ukraynî bi dronan çavdêriya wan dikin, destpêkê wan gulebaran dikin, piştre navnîşanên wan didin hêzên asmanî û tên bombebarankirin.

Herwiha balafirên Ukraynayê tên dîtin ku li ser asmanê Donetskê li nêzîk Soledarê dizivirin.

Ukrayna dibêje şerek bixwîn berdewam e û Solîdar hîn jî neketiye.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê, Miykhaylo Podolyak diyar kir, "Îro bi taybetî li Soledar xwînek zêde dirije ser erdê. Topbaraneke zêde heye. Ev xala herî germ a şer e îro.”

Eger Rûs Soledarê kontrol bikin, herçiqas ev nabe xala guherîneke mezin ya şer, lê  dibe yek ji destkeftên derî diyar ên  Rûsyayê di çend mehên borî de li meydana şer. Herwiha rêya gihiştina ji bajarê Baxmût bo Rûsyayê jî xweş dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst