Daniel Attard: Kurdan ji bo Ewropayê jî xwîna xwe rijand, divê mafên wan garantî bin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Daniel Attard Yekîtiya Ewropayê Mafên Kurdan Garantî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Ewropayê Daniel Attard di rûniştineke taybet a li ser rewşa “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de” hişyariyeke tund da li ser metirsiyên rûxandina statuya Kurdan û diyar kir ku ev pêngav ne tenê ji aliyê exlaqî ve şaş e, di heman demê de xemsariyeke stratejîk a metirsîdar e jî.

Daniel Attard doh di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir, dema ku rêxistina DAIŞê di bipêşveçûnê de bû, gelek welatan çavên xwe li rastiyan girtin lê hêzên Kurdan nesekinîn û wan xwîn rijand û got:

"Kurdan ne tenê ji bo parastina xaka xwe şer kir, ji bo parastina ewlehiya me ya li Ewropayê jî canê xwe feda kir."

Attard bi tundî rexne li wan hewldanan girt ku ji bo rûxandina wan hêzan tên dayîn ku DAIŞ têk bir û ragihand, li Rojavayê Kurdistanê modeleke kêmwêne çêbû ku tê de jinan serkêşî dikir, pêkhate bi hev re dijiyan û birêvebiriya xwecihî cihê aloziyan û tundiya mezhebî girtibû.

“Dîtina xewnan e”

Wî parlamenterî rexneyên tund li Komîsyona Ewropayê girtin û got:

"Komîsyonê soza dayîna 600 milyon euroyan da Şamê, bêyî ku ti şertê rasteqîn û garantiyeke zelal ji bo parastina mafan deyne."

Attard ev cureyê siyasetê wekî "xewndîtinê"ê wesif kir û xwest, her piştgiriya ji bo Sûriyeyê divê bi şertê parastina mafên Kurdan, dabînkirina garantiya ewlehiyê û çavdêriya mafên mirovan be.

Ew endamê Parlamentoya Ewropayê di dawiya axaftina xwe de got, "Divê Ewropa ji safîtiyê derkeve çimkî aramiya bêyî dabînkirina mafan, tenê xeyalek e."

Ev helwesta Daniel Attard di çarçoveya nîqaşeke berfireh de bû ku hola Parlamentoya Ewropayê ya li Strasbourrgê hejand.

Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di Kanûna Paşîn a 2026an de êrişî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

"Jin, Jiyan, Azadî"

Endama Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr bi cil û bergên Kurdan û Alaya Kurdistanê derket rûniştinê û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dest bi axaftina xwe kir.

Evînê da zanîn kir ku Kurdan tiştekî kêmwêne di nava dilê şer de ava kir û ew jî bihevrejiyana Kurd, Ereb û Xiristiyanan bû.

Parlamentereke din a Ewropayê Abir Sahlaniyê jî rexne li wan aliyan girt ku dixwazin dosyeya Sûriyeyê tenê wekî mijara koçberan nîşan bidin.

Sehlaniyê amaje pê kir, "Terorîst piştî mirinê jî kezîyên jina Kurd jê dikin" û xwest ku dorpêça li ser Kobaniyê demildest were rakirin.

Parlamenter Viola von Cramon û Thijs Reuten bal kişand ser aliyên mirovî yên şer û ragihand, zêdetirî 170 hezar kesan koçber bûne û zarok ji ber serma û birçîbûnê canê xwe ji dest didin.

Cramonê hişyarî da, têkçûna sîstema ewlehiyê dibe sedema revîna çekdarên DAIŞê ya ji kampên Hol û Rojê, ku ev yek rasterast bandorê li ser ewlehiya Ewropayê dike.

Rûniştin bi wê lihevkirinê qediya ku Parlamentoya Ewropayê îro (12ê Sibatê) deng li ser pêşnûmeyekê bide ji bo daxwaza agirbesteke berdewam û garantîkirina mafên destûrî yên Kurdan di nav dewleta nû ya Sûriyeyê de.

“Kurdan çavê xwe negirt”

Li hêla din, Axaftina Daniel Attardbi vî rengî bû:

"Dema DAIŞ di bipêşveçûnê de bû, gelek kesan çavên xwe lê girtin lê hêzên Kurdan wisa nekir.

Wan şer kir, xwîna xwe rijand û canê xwe spart. Ne tenê ji bo xaka xwe, ji bo ewlehiya me ya li Ewropayê jî.

Îro, ew hêzên ku DAIŞ têk bir, rûbirûyî metirsiya rûxînê dibin. Ev ne tenê ji aliyê exlaqî ve şaş e, di heman demê de xemsariyeke stratejîk e.

Li Rojavayê me tiştekî kêmwêne yê li Sûriye û herêmê dît: Jinan serkêşî dikir, pêkhate bi hev re dijiyan, hikmê xwecihî hebû li şûna aloziya mezhebî.

Gelo bersiva me çi bû? Komîsyona Ewropayê soza 600 milyon euroyan da Şamê, bêyî ti şertê rasteqîn, bêyî ti garantiya zelal a mafan û bêyî ti lêpirsîneke rasteqîn.

Bi baweriya min ev ne siyaseta derve ye, ev tenê xewn û xeyal e.

Werin em zelal bin: Piştgirîdayîna Sûriyeyê baş e lê divê bi wateya parastina mafên Kurdan, dabînkirina garantiya ewlehiyê û şertê mafên mirovan jî be.

Eger na, em xiyanetê li wan dikin ku DAIŞ têk bir, di heman demê de ewlehiya xwe jî lawaz dikin.

Pêwîst e Ewropa ji safîtiyê derkeve. Aramiya bêyî mafan, tenê xeyalek e. Spas."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst