Almanya: Biryara PKKyê nabe sedema wê yekê ku ji lîsteya terorê bê derxistin

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kongreya PKKyê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê Devlet Bahçelî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku gotinên Abdullah Ocalan ji bo bidawîanîna şerê li dijî Tirkiyeyê û helweşandina PKKyê têr nakin ku ew rêxistin ji "lîsteya terorê" derkeve.

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê li ser xwehilweşandina PKKyê ji Rûdawê re axivî.

Wezaretê diyar kir ku gotinên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan têrê nakin ku PKK ji lîsteya terorê derkeve.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sala 1993yan ji aliyê Wezareta Navxweyê ya Almanyayê ve wekî rêxistineke terorîst hat naskirin û qedexekirin.

Ev biryar piştî çend çalakiyên tundûtîj li wî welatî û bi piştgiriya siyasî ya Yekîtiya Ewropayê hatibû dayîn.

PKK li piraniya welatên rojava û Amerîkayê jî wekî rêxistineke terorîst tê hesibandin.

Almanya yek ji wan welatan e ku bi tundî çavdêriya çalakiyên alîgir û endamên vê rêxistinê dike.

Li gel vê yekê, gavên li dijî PKKyê bi awayekî berbiçav bandorê li civaka Kurd a li Almanyayê kiriye ku li gorî amaran zêdetirî milyonek Kurd li wî welatî dijin.

PKKyê ku di navbera 5-7ê vê mehê de kongreya xwe ya 12emîn lidar xist, îro encama kongreyê ragihand û biryar da ku çekan deyne û xwe fesix bike.

Ew pêvajoya ku niha li Tirkiyeyê heye, dawiya sala borî dest pê kir, dema ku 01.10.2024an, deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê di demsaleke nû de hat vekirin.

Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî çû cem fraksiyona DEM Partiyê û bi berpirsên wê partiyê re destên hevdû girtin.

Vê gava Bahçelî çareseriya Pirsgirêka Kurdan anî rojevê.

Bahçelî piştre ji DEM Partiyê xwest ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Bahçelî di 22yê Çiriya Paşîn a 2024an jî de li parlamentoyê bang li Ocalan kir ku were parlamentoyê û biryara helweşandina PKKyê bide.

Her wiha di Kanûna Pêşîn a 2024an de şandeyeke ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat avakirin, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Di 27ê Sibata 2025an de Abdullah Ocalan banga danîna çekan pêkanîna kongreyê û xwehilweşînê li PKKyê kir.

PKKyê li ser banga Ocalan 1ê Adara 2025an agirbest ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst