Amerîkayê hişyarî da: Meçin Îraqê

12-06-2025
Nîşan Amerîka Îraq Hişyarî Rêwîtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku neçin Îraqê.

Amerîkayê her wiha qedexe kir ku welatiyên wê bi rêya Balafirgeha Bexdayê geştan bikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyariya di asta herî bilind de da welatiyên xwe û xwest ku welatiyên wê ji ber sedemên ewlehiyê bi ti awayî neçin Îraqê.

Wezaretê bi daxuyaniyekê hişyariyeke tund da welatiyên xwe da ku neçin Îraqê û ragihand ku ev hişyarî ji ber "aloziyên zêdebûyî yên li herêmê” ye û got:

"Ji ber teror, revandin, pevçûnên çekdarî, nerehetiya sivîl û şiyana sînordarî ya hikûmeta Amerîkayê ya ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên lezgîn a ji welatiyên xwe re, meçin Îraqê.”

Wezaretê amaje bi wê jî kir ku welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê rûbirûyî metirsiyên mezin ên wekî tundî û revandinê dibin.

Her wisa hişyarî da ku "komên terorîst û qadexe" û "milîsên li dijî Amerîkayê" bi berdewamî êrişî ser hêzên ewlehiyê, welatiyên sivîl, welatiyên Amerîkayê û şirketên navneteweyî dikin.

Li gorî Wezaretê, êriş bi bikaranîna bombeyên çandî, mûşek û dronan li piraniya deveran, bajarên mezin jî di nav de, çêdibin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji wan welatiyên xwe yên li Îraqê yan jî yên ku biryara rêwîtiyê didin xwest ku plana ewlehiyê ya taybet çêkin, xwe li bernameya STEPê tomar bikin da ku di dema hawara lezgîn pêwendî bi wan re hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst