Amerîka: Gavên li dijî Îsraîlê li dijî Amerîkayê ne jî

12-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Filistîn Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Amerîkayê nameyek ji welatên endamên Neteweyên Yekbûyî re şand û got, “Her gaveke ku hûn li dijî Îsraîlê biavêjin, li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye jî.”

Neteweyên Yekbûyî hefteya bê dê li New Yorkê bi beşdariya piraniya welatan civînekê li dar bixe ku armanca wê, nirxandina derfeta gihîştina “çareseriya du dewletî ya di navbera Îsraîl û Filistînê de” ye.

Amerîkayê di nameya xwe ya dîplomatîk de ku 10ê Hezîranê şandiye, derbarê beşdariya di wê konferansê de hişyariyê dide welatan û anî ziman:

“Welatekî ku piştî konferansê gavên li dijî Îsraîlê biavêje, wekî kiryarek li dijî berjewendiyên siyaseta derve ya Amerîkayê dê were hesibandin û dibe ku ji aliyê Washingtonê ve rastî encamên dîplomatîk were.”

Ajansa Reutersê ku name bi dest xist da zanîn, ev gav bi tevahî berovajî hewlên dîplomatîk in ku Fransa û Erebistana Siûdî dê li konferansa New Yorkê bi armanca danîna nexşerêyekê ji bo avakirina dewleteke Filistînê tevî misogerkirina ewlehiya Îsraîlê mêvandariyê bikin.

Name hişyariyê dide ku beşdariya konferansê hewlên berdewam ên ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê û berdana dîlan lawaz dike.

Birêvebiriya Amerîkayê her wiha da zanîn:

“Amerîka dijberiya wan gavan dike ku bibin sedema naskirina yekalî ya dewleta Filistînê, ji ber ku ev yek astengiyên mezin ên yasayî û siyasî ji bo çareseriya dawî ya nakokiyê zêde dike.”

Ev gav di demekê de ne ku zextên Ewropayê ji bo naskirina dewleta Filistînê zêde dibin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron amaje bi wê yekê kir, welatê wî dibe ku dewleta Filistînê nas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst