Dusseldorf (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt vexwendnameyek ji wezîrên karên navxwe yên 6 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re şandiye.
Ew wezîrên hatine vexwendin bi wê yekê tên naskirin ku alîgirên siyaseta tund a koçberiyê ne.
Ew dê îna bê, li herêma Bavaryayê ya Almanyayê li ser siyaseta nû ya derbarê koçberiyê bicivin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt kesekî din jî vexwendiye ku ew jî bi alîgiriya siyaseta tund a koçberiyê ji bo YEyê tê naskirin.
Ew kes Komîserê Bilind ê Ewropayê ji bo Karûbarên Navxwe û Koçberiyê Magnus Brunner e.
Wezîrên nkarên avxwe yên Fransa, Polonya, Awisturta, Danîmarka û Çekyayê dê beşdarî wê lûtkeyê bibin ku wekî wezîrê karên navxwe yê Almanyayê ragihandiye, armanca wê ew e ku fikrên nû ji bo hebûna siyaseteke koçberiyê ya bihêztir û kontrolkirîtir pêşniyar bike.
Yek ji wan fikran ew e ku çawa ew koçberên ku daxwaza wan a manê hatiye redkirin, ji bo welatê xwe bên şandin.
Cihê ku lûtke lê tê lidarxistin, lûtkeya çiyayê herî bilind ê zincîreçiyayên Alpê ye li aliyê Almanyayê.
Çiyayên Alpê di nav sînorê heşt welatên Yekîtiya Ewropayê de ne û wekî xweştirîn herêma geştyarî ya navenda Ewropayê tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse