Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniyeke Koşka Elyseeyê, Macron ji bo ku piştgiriya xwe ya ji bo pêkanîna rêkeftina ku Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê pêşniyar kiriye, nîşan bide dê roja duşemê biçe Misirê.
Serokkomariya Fransayê ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê di serdana xwe de "li gel hevparên xwe qonaxên dahatû yên bicihanîna plana aştiyê" gotûbêj bike, bêyî ku zelal bike ka dê hevtayê xwe yê Amerîkî ku ew jî bi heman awayî dê li Misirê be, bibîne yan na.
Her wiha hat gotin ku ev serdana bajarê Şerm El-Şêxê yê Misirê "berdewamiya destpêşxeriya Fransa û Erebistana Siûdî û wan hewlên ku meha îlonê li New Yorkê ji bo pêkanîna planeke aştî û ewlehiyê ji bo hemûyan li Rojhilata Navîn hat dayîn e ku li ser bingeha çareseriya du dewletan e".
Serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî û Serokê Amerîkayê Donald Trump serokatiya lûtkeyeke navneteweyî li bajarê Şerm El-Şêxê dikin.
Lûtke wekî amadehiyek ji bo pêkanîna rêkeftina bidawîanîna şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezeyê ye ku bi navbeynkariya Misir, Qeter û Amerîkayê hatiye îmzekirin.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Misirê, di pêwendiyeke telefonî de, Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî û hevtayê wî yê Amerîkayî Marco Rubio, li ser rêxistina "Lûtkeya Şerm El-Şêxê ya bi serokatiya hevbeş a Sîsî û Trump" gotûbêj kirin.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Xezeyê roja şemiyê ragihand ku zêdetirî nîv milyon Filistînî piştî destpêkirina agirbestê ya nîvroya roja înê, vegeriyane bajarê Xezeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse