Hewlêr (Rûdaw) - Aktorê navdar ê Hollywoodê Robert De Niro bengewaziya xwepêşandana nerazîbûnê li dijî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dike. Herwiha rêxistina Ermeniyan li Amerîkayê, li pêşberî Koşka Spî xwepêşandaneke li dijî serdana Erdogan bo Amerîkayê de saz dike û bang li Kurdan jî kiriye ku beşdarî xwepêşandanê bibin.
Robert De Niro li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwaz kiriye sibe 13ê Mijdarê li pêşberî Koşka Spî xwepêşandan li dijî serdana Erdogan bo Amerîkayê bê kirin.
Deniro diyar kiriye ku ew jî dê li Parka Lafayette ya li hemberî Koşka Spî, di dema hevdîtina Erdogan û Trump de ji bo protestokirina serdana Serokomarê Tirkiyê amade be.
Lîstikvanê Hollywoodê herwiha vîdyoya êrîşa pasevanên Erdogan bo ser xwepêşanderên Kurd û Amerîkî di dema serdana wî ya Gulana 217an de bo Waşingtonê jî belav kiriye.
➡️ Protest the Trump-Erdogan White House Meeting
— Robert De Niro (@RobertDeNiroUS) November 9, 2019
➡️ When: Wed., Nov. 13, 9 AM
➡️ Where: Lafayette Park (across from the White House)
-See you at the park. #ProtestErdogan
-In Video, Erdogan Watches as His Guards Clash With Protesters; https://t.co/azyHsQmCBn pic.twitter.com/meu1Vsv7vq
De Niro di vîyoyeke din de ku îro belav kiriye, rexne li corê pêwendî û dîplomasiya navbera Trump û Erdogan digire û dibêje: “Peywendiyên fermî yên di navbera malbatan de dibe alîkar ku dîplomasiya di navbera Trump û Erdogan de were fêmkirin. Ev vîdeoya Trump li Tirkiyê beşdarî vekirina Trump Towerê bûye. Ivanka bi helkevta vê rêkevtinê bi rêya Twitterê spasiya Erdogan dike.”
Informal relationships between family members help explain the course of diplomacy between Trump and Erdogan. Here's video of Trump attending the grand opening of Trump Tower in Turkey. Ivanka even thanked Erdogan on Twitter for this deal; https://t.co/NKjX5EGkrk #ProtestErdogan pic.twitter.com/xU1A23kYpg
— Robert De Niro (@RobertDeNiroUS) November 12, 2019
Ji aliyê din ve Rêxistina Ermeniyan li Amerîkayê ANCA ku mezintirîn rêxistina Ermeniyan li Amerîkayê, xwepêşandanek bo sibe li pêşberî Koşka Spî organîze kiriye û bang li Kurdan jî kiriye ku beşdarî di xwepêşandana li dijî serdana Erdogan bo Amerîkayê de bikin.
ANCA lîsteke dûr û dirêj ji binpêkariyên Tirkiyê yên li dijî mafên mirovan belav kiriye, ku êrîşa artêşa wî welatî bo ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û înkarkirina cenosayda Ermeniyan jî têde cih digrin, û bang li hikûmeta Amerîkayê dike ku li hember Tirkiyê helwset nîşan bide.
Ev yek di demekê de ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihîşte Amerîkayê û biryar e sibe Çarşemê, li gel Trump bicive.
Seredana Erdogan bo Amerikayê di bin siya nakokiyên di navbera herdu welatan de pêk tê li Amerikayê gellek kes naxwazin Erdogan seredana welatê wan bike, li Tirkiyê jî xelk bûye dubeş. Beşek xelkê Tirkiyê li dijî vê serdanê ye û beşek jî bi erênî dibîne.
Herwiha hejmarek endamên Kongrêsa Amerîkayê daxwaz ji Trump dikin, di vê dema niha de pêşwaziyê li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan neke.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse