Artêşa Kolombiyayê: Di êrişên asmanî de 19 serhildêr hatin kuştin

12-11-2025
Nîşan Kolombiya FARC EMC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Kolombiyayê ragihand ku li herêma Amazonê 19 “serhildêr” hatine kuştin.

Ev êriş li dijî komekê pêk hatine ku ji Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) veqetiyaye.

Admiral Francisco Cubides got ku di êrişên wan de kesek jî hatiye girtin û leşkeran dest daniye ser gelek alavên leşkerî.

Wî her wiha got ku êrişa asmanî bersivek bû ji bo êrişeke “çeteyan” a li ser hedefên leşkerî.

Li aliyê din, Serok Gustavo Petro got ku wî piştî têkçûna dan û standinên aştiyê ferman daye "êrişên asmanî û çareseriyeke leşkerî" ya ji bo koma ku serhildêr Ivan Mordisco serkêşiya wê dike.

Mordisco serkêşiya Meclisa Sererkaniya Navendî (EMC) dike.

Divê were gotin ku EMC ji FARCê veqetiyaye û peymana aştiyê ya bi hikûmetê re ya sala 2016an red kiriye.

Li gorî pisporan, EMC ji dema bêçekkirina FARCê ve bihêztir bûye û bi rêya bazirganiya narkotîkê, şantaj û kanzayên neqanûnî herêmên dûr û dirêj îstismar kirine.

Li gorî çapemeniya welêt, zêdetirî 3 hezar û 500 endaman EMCyê hene ku 2 hezar û 180 ji wan çekdar in.

Peymana aştiyê ya ku şerê 53 salan ê bi FARCê re bi dawî anî, ji aliyê Serokkomarê Kolombiyayê yê wê demê Juan Manuel Santos û Rêberê FARCê Rodrigo Londono ve 24ê Çiriya Paşîn a 2016an li paytext Bogotayê hatibû îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst