Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê bêrêziya li hemberî termê şervaneke Kurd a ji aliyê leşkerên Artêşa Sûriyeyê ve dilgiraniya xwe ya kûr anî zimên û daxwaza "lêpirsînê" ji berpirsan kir.
Her wiha bangî Şam û HSDyê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan li maseya danûstandinan vegerin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdulah, ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric pirsî: "Gelo nêrîna we li ser dîmenên ku tê de xuya dibe leşkerên Sûriyeyê li Helebê bêrêziyê li hemberî termê şervaneke Kurd dikin û wê ji qata bilind ê avahiyekê davêjin çi ye?"
Stephane Dujarric di bersiva xwe de got, "Min ew rapor dîtine, eger em kêmê kêm bibêjin gelekî dilgiraner in. Bê guman di hemû rewşên bi vî rengî de divê lêpirsîn hebe."
"Bila vegerin ser lihevkirinên berê"
Derbarê aloziyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de, bi taybetî piştî ku Şamê devera Dêr Hafirê wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihand, Dujarric diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî rewşê dişopîne û got:
"Em dixwazin Hikûmeta Sûriyeyê û HSD vegerin ser wan lihevkirinên ku berê li serê li hev kiribûn û nakokiyên xwe çareser bikin."
Dujarric amaje bi hewlên dîplomatîk jî da û li pey çû, "Wekî ku em fêhm dikin niha bi rêya danûstandinan li ser vê yekê dixebitin.
Ev ji bo çarenivîsa Sûriyeyê û hemû Sûriyeyiyan gelekî girîng e. Pêwîst e aştî û nûkirina lihevkirinê di navbera her du aliyan de hebe."
Rewşa mirovî ya li Helebê
Ev helwesta Neteweyên Yekbûyî di demeke wisa de tê ku rêxistinên mafên mirovan li ser zêdebûna binpêkirinên li dijî şervan û sivîlan hişyariyan didin.
Stephane Dujarric di daxuyaniyeke din de agahiyên nû yên Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî (OCHA) ya li ser Helebê parve kirin û got, "Heta niha nêzîkî 29 hezar koçber vegerine ser mal û milkên xwe lê hîn 120 hezar kes koçber in."
Dujarric li ser taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) jî da zanîn ku gihandina alîkariyên mirovî baştir bûye lê ji ber xebatên paqijkirina paşmayên teqemeniyan, hatûçûna li wan deveran hîn sînordar e.
Li gorî daxuyaniya NYyê, piştî xebitandina stasyona avê ya "Babirî", xizmeta gihandina ava vexwarinê ji bo 3 milyon kesan dest pê kiriye.
Lêbelê rewşa perwerdeyê hîn asayî nebûye û dibistan dê 15 rojên din girtî bimînin.
Rûdaw: Tora Sûriyeyî ya Mafên Mirovan dibêje ku wan rastiya vîdeoyekê piştrast kiriye ku tê de xuya dibe hêzên hikûmeta Sûriyeyê bêrêziyê li hemberî termê şervaneke Kurd dikin û li Helebê wê ji qatê bilind ê avahiyekê davêjin xwarê. Gelo haya Neteweyên Yekbûyî ji vê vîdeoyê heye? Sekreterê Giştî dê ji bo vê kiryarê daxwaza lêpirsînê bike?
Stephane Dujarric: Min ew rapor dîtine, eger em kêmê kêm bibêjin gelekî dilgiraner in. Bê guman di hemû rewşên bi vî rengî de divê lêpirsîn hebe.
Rûdaw: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Şamê tohmetbar dikin ku şer ji Helebê ber bi rojhilat ve berfireh dike. Li gorî raporên medyayê, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê herêmeke din a bi navê "Dêr Hafir" wekî herêma leşkerî ya girtî diyar kiriye. Ma ev yek nabe cihê dilgiraniyê ji bo Sekreterê Giştî û Neteweyên Yekbûyî?
Stephane Dujarric: Em dixwazin hikûmet û HSD vegerin ser wê lihevkirina ku berê li serê li hev kiribûn û nakokiyên xwe çareser bikin. Wekî ku em fêhm dikin niha bi rêya danûstandinan li ser vê yekê dixebitin. Ev ji bo çarenivîsa Sûriyeyê û çarenivîsa hemû Sûriyeyiyan gelekî girîng e. Pêwîst e aştî, lihevkirin û nûkirina peymanê di navbera her du aliyan de hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse