Welatên rojavayî derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de hişyarî dan Rûsyayê

13-04-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Mariupol Çekên Kîmyayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Andrey Belitsky, ew fermandarê serbazî yê Ukraynayê ku beriya salekê derbarê êrîşa Rûsyayê ya li ser welatê xwe hişyarî dabû, niha dibêje ku Rûsyayê li bajarê Mariupol çekên kîmyayî bikar anîne.

Belitsky Fermandarê Hêzên Azov ku hêzeke çend hezar kesî ye li bajarê Mariupol, dibêje sê ji serbazên wî bi sedema gaza jehrî birîndar bûne.

Fermandarê Hêzên Azov, Andrey Belitsky dibêje, “Çekên kîmyayî li Azovstal bi xwarê de hatine avêtin û sê kesên me birîndar bûn. Rewşa birîndaran cîgir e.”

Dengoya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve li dijî hêzên Ukraynî di demekê de ye,  ku Berdevkê Hêzên Çekdar ên Herêma Donetsk a cudaxwaz Edward Basurin roja 11ê Nîsanê ragihand, ew kesên ku li Mariupol di nav çalan de xwe veşartiye, divê bi zora dûkelê bêne derxistin.

Her zû Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky derbarê vê gefa hêzên Rûsyayê de axivî.

Volodymyr Zelensky got, “Yek ji berdevkên dagîrkarên Rûs gotiye, dibe li dijî bergirîkarên Mariupol çekên kîmyayî bikar bînin. Em şiroveyeke cidî ji bo wê yekê dikin.”

Amerîka dibêje, gelekî ji dengoya bikaranîna çekên kîmyayî li Ukrayna nîgeran e.

Brîtanya jî dibêje, ew ligel Amerîka û Fransayê hevhelwest in û hişyariyê dide Rûsyayê, eger hin çekên taybet di şerê Ukraynayê de bên bikaranîn, ji bo bersivdanê hemû bijarde li ser maseyê dibin.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanya, James Heappey ragihandiye, “Serokwezîrê me bi ronî gotiye, hinek çek hene nabe bêne bikaranîn. Eger ew çek hatibine bikaranîn, divê serok Putin bizanibe ku hemû bijarde dibe li ser maseyê bin, ji wê yekê ku rojava çawa bersivê dide.”

Çekên kîmyayî çend corên madeyên kîmyayî yê jehrî ne, bandorê li ser endamên bêhndanê (nefes) yan sîstema demarê dikin.

Gaza Sarîn û VX du ji metirsîdartirîn madeyên kîmyayî ne ku di çekên kîmyayî de tên bikaranîn û bi rêya belavbûna li jîngehê yan temasê, bandorê li mirov dikin.

Nîşanên pêketiyekî bi çekên kîmyayî ji van xala pêk tên:

Girjbûna masûlkeyan, berbûna ava bêvilê (poz), tengbûna bêhnê (nefes), serêşî, xwêdan û zikêş û di piraniya kêysan de jî westana sîstema bêhndanê û dil pê re ye.

Tenê qebareya 5 milligram ji çekên kîmyayî pêwîst e, da ku mirov bikuje.

Rûsyayê bersiva wê tohmeta nû ya Ukraynayê û welatên rojavayî nedaye. Lê roja 17ê Adarê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov ragihand: “Bi piştgiriya welatên rojava, Ukrayna amadekariyê dike, ji bo bikaranîna çekên kîmyayî li ser xelkên sivîl û piştre Rûsya pê tometbar dike.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst