Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke agirvemirandinê ya Tirkiyeyê li Xirwatistanê ket û pîlotê wê mir.
Tirkiye şîna 20 leşkerên xwe yên ku di balafira li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ketibû girêdaye lê Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ragihand ku îro balafireke wan a agirvemirandinê jî li Xirwatistanê ketiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêywendiya bêtêlê bi balafireke agirvemirandinê ya Birêvebiriya Giştî ya Daristanan re qut bûye ku ji bo nûjenkirin û tamîrê çûbûn Xirwatistanê.
Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê diyar kir ku ji bo dîtina pîlotê balafirê bi hevkariya Xirwatistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin.
Wezaretê da zanîn ku du balafirên cureyê AT802 ji bo nûjenkirinê çûbûn Zagreba paytexta Xirwatistanê û roja çarşemê saet 10:24an ji Çanakkaleyê rabûne û got:
“Her du balafiran ji ber rewşa hewayê ya nebaş şeva xwe li Balafirgeha Rijekayê ya Xirwatistanê derbas kiribû.
Îro pêncşemê saet 17:38an piştî ku ji bo Balafirgeha Zagrebê rabûn, ji ber rewşa nebaş a hewayê dîsa vegeriyan Balafirgeha Rijekayê.
Di dema vegerê de balafireke me li Balafirgeha Rijekayê venişt lê pêywendiya bêtêlê bi balafira din re di saet 18:25an de qut bû."
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku kavilên balafirê li nêzîkî bajarê Senjê yê Xirwatistanê hatine dîtin û pîlotê wê miriye.
Roja Sêşemê jî balafira kargoyê ya leşkerî ya cureyê C-130 jî dema ku ji Azerbaycanê vedigeriya Tirkiyeyê li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ketibû û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku 20 leşkerên wan di balafirê de mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse