Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê ragihand ku ji ber şerê navbera Îran û Îsraîl, 11 Balafirên wan ên sivîl li balafirgehên Îraq û Îranê asê mane.
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu şeva borî di çarçoveya amadekariyên ji bo "Foruma Rêya Bipêşketinê" de ku biryar e rojên 27-28-29ê vê mehê li Stenbolê bê sazkirin ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û zanyarî dan.
Uraloglu ragihand ku ji ber şerê Îsraîl û Îranê û girtina qada esmanî 11 balafirên wan li balafirgehên Îraq û Îranê asê mane û got:
“7 balafir li Îranê û 4 balafirên din jî li balafirgehên Îraqê asê mane."
"Ji bo vegerandina balafiran kar tên kirin”
Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) û Wezareta Karên Derve ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û got:
"Em ji bo ji vegerandina balafiran kar dikin. Di roja çaremîn a şerê Îsraîl û Îranê de, wan bi tîmên xwe pîlot û karmendên din vegerandine Tirkiyeyê.”
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku dema metirsî li ser esmanê Îraq û Îranê kêm bibe, ew dê Balafirên xwe yên asê mane vegerînin Tirkiyeyê.
Ji 13ê Hezîranê ve, Îsraîlê êrişeke berfireh li santralên atomî û baregehên leşkerî yên Îranê daye destpêkirin.
Li hemberî vê yekê, Tehran jê bi mûşekên balîstîk û dronan bersiv dide Îsraîlê ku ev yek wekî rûbirûbûna herî mezin a rasterast a di navbera her du welatan de tê hesabkirin.
10 roj in şerê navbera her du aliyan rojane bi êrişên dualî berdewam dikir lê şeva borî Amerîka jî hat nav şer û sê tesîsên atomî yên Îranê bombebaran kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse