Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Ermenistanê, biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê weke, ‘serkevtina dadperwerî û rastiyê bi nav kir.
Serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşînyan, derbarê biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê ya nasandina komkujiya Ermeniyan weke cînosayd, li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir.
Nîkol Paşînyan ew biryar weke, ‘serkevtina dadperwerî û rastiyê’ bi nav kir û spasiyên xwe pêşkêşî Encûmena Pîran kir.
US Senate Resolution 150 is a victory of justice and truth. On behalf of the #Armenia’n people worldwide, I express our profound appreciation to the Senate for this landmark legislation.
— Nikol Pashinyan (@NikolPashinyan) December 12, 2019
Serokwezîrê Ermenistanê herwiha, got ku ew biryar, ‘rêzgirtinek e li yek mîlyon û nîv Ermeniyên qurbaniyên yekem cînosayda sedsala 20an’ û herwiha weke ‘gaveke wêrek ji bo rêlirbertina dubarebûna bûyerên bi vî rengî’ pênase kir.
Encûmena Pîran a Amerîkayê, duh bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan.
Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmen Pîran a Amerîkayê jî ragihandibû, “Me deng bi cînosayda Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”
Proseya komelkujiya Ermeniyan sala ji 1915an heta 1923an ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hat encamdan û tê de, 1 milyon û nîv xelkê Ermenî hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse