Graham: Eger hûn bi ser Kurdan de biçin Amerîka dê berteka tund nîşan bide

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lindsey Graham Amerîka Sûriye Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham hişyarî da Tirkiye û hikûmeta nû ya Sûriyeyê û ragihand, eger ew li dijî "hevpeymanên Kurd" bi pêş ve biçin, Amerîka dê berteka tund nîşan bide.

Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek belav kir û piştgirî da banga Senator Jim Risch a ji bo aramiyê li Sûriyeyê.

Graham diyar kir ku wî hişyarî daye hikûmeta nû ya Sûriyeyê ku binpêkirina mafên kêmîneyan nayê qebûlkirin.

"Em dê berteka tund nîşan bidin"

Senatorê Amerîkî bal kişand ser tevgera leşkerî ya li dijî Kurdan û got:

"Ya herî metirsîdar ew e ku ez raporên bawerbar distînim ku hêzên artêşa Sûriyeyê û Tirkiye dibe ku li dijî hevpeymanên me yên Kurd bi pêş ve biçin.

Ez bawer dikim ku ev gav dê bibe sedema berteka tund a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê."

"Kurdan xîlafeta DAIŞê têk bir"

Lindsey Graham diyar kir ku her çiqas ew piştgiriyê dide ku şans bidin hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî lê ew dê êrişan qebûl neke û wiha pê de çû:

"Ez dê êrişeke bêşerm a li dijî hevpeymanên me yên Kurd qebûl nekim û tehemûl nekim.

Ew hêza sereke ne di têkbirina xîlafeta DAIŞê de û bi salan e bi xurtî li gel Îsraîlê ne."

Graham di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Enqere û Şamê kir û got:

"Ji hikûmeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê re: Bi aqilane tevbigerin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst